Êrişên dijî welatiyên li ser Bendava Tişrînê hatin şermezarkirin

Xelkê Hesekê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bendava Tişrînê û hedefgirtina welatiyên li bendavê nobedê dikin, xwepêşandanek li dar xist. Her wiha Meclisa Bajarê Dirbêsiyê jî bi daxuyaniyekê êrişên li ser herêmê şermezar kirin û piştgirî da berxwedana QSDˋê.

16 ÇILE, 2025   17:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser bangewaziya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê derketin xwepêşandanê û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bendava Tişrînê, karwanên şêniyan û kesên nobedê li bendavê dikin, şermezar kirin. 

Xwepêşandan ji Çerxerêya Îtfaiye ya taxa Til Hecerê dest pê kir. Xwepêşandêr heta dêra Asûr meşiyan. Şêniyan alên QSD, YPJˋê hildan û diruşmên "Na ji bêdengiya navneteweyî re" û "Bijî berxwedana QSD`ê" berz kirin.

Li cem dêrê, xwepêşandan veguherî mîtîngê. Li wir endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Fatme Elî axivî û behsa fedakarî û lehengiyên QSD`ê kir û got: "Îro, ji bo ku gelê herêmê di nava aştiyê û ewlehiyê de bijî, QSDˋê li Bendava Tişrînê destanên lehengiyê dinivîse."

Fatme wiha domand: "QSD`ê ji bo tunekirina DAIŞ`ê fedakariyên mezin dan. Wê hewldanên dewleta Tirk nikaribin van hêzan bişikînin."

Hevserokê Meclisa Bajarê Hesekê Farûq Tozo jî wiha axivî: "Beşdariya pêkhateyên herêmê di vê xwepêşandanê de ji bo tevahî cîhanê peyamek e ku QSDˋê parêzvanê rastîn ê tevahî pêkhate û etnîkan e."

Tozo ev li axaftina xwe zêde kir: "Dewleta Tirk a dagirker dixwaze jiyana şêniyan asteng bike, lewma êriş bendavê dike. Lê QSD`ê parastina herêmê û xelkê wê didomîne."

Di heman çarçoveyê de Meclisa Bajarê Dirbêsiyê ya kantona Cizîrê daxuyaniyek da raya giştî. Hevserokê meclisê Numan Erebo daxuyanî li pêşiya avahiya meclisa bajêr xwend. Bi dehan şêniyên bajêr û endamên sazî û meclisan tev li çalakiyê bûn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrişên dijî welatiyên li Bendava Tişrînê nobedê dikin, binpêkirina pîvanên mirovahiyê ye.

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên hiqûqî û civata navneteweyî hate kirin ku bi erkên xwe yên parastina welatiyan rabin.

Di dawiyê de bang li xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin ku ji bo piştgiriya berxwedana QSDˋê, têkbirina êrişên dagirkeriyê û pêkanîna serkeftinê berê xwe bidin qadên berxwedanê.

(şx/fr)

ANHA

Heseke

Dirbe siye