Hêzên Şamê zêdetirî 50 top avêtin Idlibê

Hêzên hikumeta Şamê zêdetirî 50 topî avêtin gundewarê başûrê Idlibê.

Hêzên Şamê zêdetirî 50 top avêtin Idlibê
24 adar, 2024   18:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), hêzên hikumeta Şamê zêdetirî 50 topî avêtin derdora bajarokê Kensefra, Bara û Kefer Uwêd ên li herêma çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê.

SOHRˊê aşkera kir ku duh balafireke bêmirov a xwkuj a hêzên Şamê gundê Xirbet Naqos ê li herêma Sehil El Xab ê Hemayê bombebaran kir.

(fr)