QSD: Heta 15 rojan agirbest hat dirêjkirin

QSDˊê ragihand ku bi navbeynkariya navneteweyî wê û hikumeta demkî ya Sûriyeyê li ser dirêjkirina dema agibestê bo 15 rojan li hev kir, di heman demê de diyalog jî dewam dikin.

QSD: Heta 15 rojan agirbest hat dirêjkirin
24 ÇILE, 2026   23:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyand ku bi hikumeta demkî ya Sûriyeyê li ser dirêjkirina dema agirbestê bo 15 rojan, bi navbeynkariya navneteweyî re li hev kiriye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Hêzên me, QSDˊê diyar dike ku bi navbeynkariya navneteweyî agirbest heta 15 rojan hat dirêjkirin, di heman demê de jî diyalog bi Şamê re berdewam dikin.

Hêzên me, ji bo parastina sivîlan, kêmkirina aloziyê, pêkanîna şert û mercên guncaw ên îstîqrarê pabendî lihevkirinê ne."

Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê jî ragihand ku heta 15 rojan agirbest, saet ji 23.00ˊan îro heta bi 24ˊê Çileya 2026ˊan agirbest hatiye dirêjkirin.