Dengê teqînên ku li Şamê hat bihîstin dengê tetbîqatên leşkerî ye

Li Şamê dengê gelek teqînan hat bihîstin, piştre hat diyarkirin ku ew dengê tetbîqatên leşkerî û teqîna bermahiyên şer e.

Dengê teqînên ku li Şamê hat bihîstin dengê tetbîqatên leşkerî ye
4 ÇILE, 2026   23:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecihî ji Şamê diyar kir ku vê êvarê li Şamê dengê gelek teqînan hat bihîstin, lê dûre diyar bû ku dengê hatiye bihîstin ji ber tetîbqatên leşkerî yên li herêma Qabûn bû.

Li gorî çavkaniyan, li gel tetbîqatên leşkerî li nêzî Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê bermahiyên şer jî hatin teqandin, ji lew re dengê teqînan li tevahî cihan hat bihîstihn.

(fr)