QSD: Em pabendî agirbestê ne

QSDˊê daxuyand ku hêzên wan pabendî peymana agirbestê ya bi hikumeta demkî re hatiye lihevkirin in û got: "Heya êriş li ser me neyên kirin em ê tu çalakiyên leşkerî nekin."

QSD: Em pabendî agirbestê ne
20 ÇILE, 2026   19:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) der barê agirbestê de daxuyaniyek li ser malpera xwe weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em radigihînin ku hêzên me pabendî peymana agirbestê ya bi hikumeta Şamê re hatiye lihevkirin in. Em diyar dikin ku eger di siberojê de êriş li dijî hêzên me neyên kirin, em ê tu çalakiyên leşkerî nekin.

Em destnîşan dikin ku em ji rêveçûnên siyasî, çareseriyên bi rêya diyalogan re amade ne. Em amade ne peymana 18ˊê Çileyê ku dikeve xizmetî aramiyê pêk bînin."

(fr)