QSD: Di bersivdana êrişên dagirkeran de 4 şervan şehîd bûn

QSDˋê diyar kir ku di berxwedana dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundewarê Minbicê û Sirînê de 4 şervan gihaştin asta şehadetê.

QSD: Di bersivdana êrişên dagirkeran de 4 şervan şehîd bûn
7 ÇILE, 2025   17:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî şehadeta 4 şervanan li gundewarê Minbicê û Sirînê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Tevî hewldanên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên pêşdeçûna meydanî û dagirkirina zêde ya xakê, lê rastî berxwedana dîrokî û derbên giran ên hêzên me QSDˋê tên. Ji roja destpêka şer ve, bi taybet li Bendava Tişrîn, gundewarê Minbic, pira Qereqozaq û eniyên din ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevî bikaranîna çekên nûjen, balafirên şer û bêmirov, tank, topavêj û çekên giran, zirarên mezin bi artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dibin.

Em îro karwaneke nû ya şervanên xwe ku di şerên rûmetê de, di cih û demên cuda de, piştî ku bi lehengî li ber xwe dan û derbên xurt li dagirkeriya Tirk û çeteyên wê xistin û gihaştine asta şehadetê, aşkera dikin.

Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û em soza xwe ya dewamkirina têkoşînê ji bo aramî û îstîqrara li herêmê nû dikin.

Agahiyên der barê nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nasnav: Avaşîn Efrîn

Nav û paşnav: Ezîze Hisên

Navê dayik: Sebah

Navê bav: Idrîs

Cih û dîroka jidayikbûnê: Efrîn/2001

Cih û dîroka şehadetê: Sirîn/3ˋê Kanûna 2024

Nasnav: Xemgîn Horik

Nav û paşnav: Ehmed Casim Mistefa

Navê dayikê: Hedle

Navê bav: Casim

Cih û dîroka jidayikbûnê: Kobanê-gundê Horik/2003

Cih û dîroka şehadetê: Minbic-gundê Cib El Hemra-7ˋê Kanûna 2024.

Nasnav: Azad Tirbespiyê

Nav û paşnav: Hatim Mehmedû El Esaf

Navê dayikê: Şemse

Navê bav: Mehmûd

Cih û dîroka jidayikbûnê: Tirbespiyê/2004

Cih û dîroka şehadetê: Minbic-Til Eswed-8ˋê Kanûna 2024ˋan.

Nasnav: Reşo Amûdê

Nav û paşnav: Mihemed Zahir El Hisên

Navê dayikê: Mehiye

Navê bav: Zahir

Cih û dîrka jidayikbûnê: Şedadê/2003

Cih û dîroka şehadetê: Minbic-8ˋê Kanûna 2024ˋan."

(fr)