ˋJi bo vakirina Sûriyeyeke demokrat û azad têkoşîn didomeˊ

Axêverên Komxebata Şêwirmendiyê ya Jinan teqezî bi rola jinan di şoreşa Sûriyeyê û têkoşîna bênavber a li dijî hewldanên dûrxistina wan kir û bal kişand ser girîngiya beşdariya jinan di tevahî aliyên siyasî û civakî de.

ˋJi bo vakirina Sûriyeyeke demokrat û azad têkoşîn didomeˊ
7 ÇILE, 2025   18:03
HESEKÊ

Komxebata Şêwirmendiyê ya Jinan a ku Kongra Star li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê bi diruşma "Bi hevgirtina jinan em ê Sûriyeyeke demokratîk ava bikin" didome. Di komxebatê de nêzî 500 delgeyên jin ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn. Ew delege ji pêkhateyên Sûryan, Kurd, Ereb, Elewî û Ermenî ne. Her wiha gelek jinên ji derveyî Sûriyeyê, Heleb, Hums, Sahil, Siwêda û Şam ji ber nikarî bûn hazir bibin bi rêya zoomê tevlî komxebatê bûn û nêrîna xwe der barê pêşeroja jin di Sûriyeya nû de dan.

ANHÎT QISÊBAN: JIN DI AVAKIRINA SÛRIYEYA PÊŞEROJÊ DE ŞIRÎKÊ BINGEHÎN E

Li ser navê Yekitiya Jinên Ermenî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Anahît Qisêban got: "Hilweşîna rejîma Baasˋê û serekên wê ku welat ber bi tundî û wêraniyê ve birine ji bo dîroka Sûriyeyê destpêka pêvajoyeke nû ye. Em îro bang dikin ku ev pêvajo xwe bispêre bingeha edalet û wekheviyê ji bo tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê."

Anahît wiha domand: "Jinûve çêkirina desthilateke nû xiyaneta li pransîbên şoreşê û xwîna şehîdan e. Têkoşîna me ne tenê ji bo guhartina rejîmê bi yeke din e, lê belê ji bo avakirina dewleteke demokratîk bû ku rêzê ji mafên tevahî pêkhateyan re bigire bû."

LEYLA QEREMAN: TÊKOŞÎNA JI BO AVAKIRINA SÛRIYEYA DEMOKRATÎK DIDOME

Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Leyla Qereman bal kişand ser rola ku jina Sûriyeyê di pêvajoya têkoşîna siyasî ya ji destpêka şoreşa Sûriyeyê de lîstiye û got: "Doza jinan di şoreşa Sûriyeyê de êdî bûye mijareke bingehîn û di pêvajoya têkoşînê de gavên girîng avêtin û bi wê re destkeftiyên hiqûqî, qanûnî û siyasî bi dest xistin."

Leyla behsa destkeftiyên ku jinan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîne û got: "Me di tevahî aliyên jiyanê de astên pir mezin bi dest xistin û me di civakê de roleke mezin ji bo nêrîna li ser jinê lîst."

Leyla diyar kir ku rêya ber bi Sûriyeya demokratîk ve bi sekna li hember projeyên firehkirinê yên Tirkiyeyê ku yekitiya xaka Sûriyeyê hedef digire pêk tê û got: "Veguhastina siyasî li gorî biryara 2254ˋan rêya ber bi avakirina Sûriyeya demokratîk ve ye. Em amade ne bi tevahî aliyên nîştimanî, erebî û navneteweyî re ji bo pêkanîna van hêviyan bixebitin."

HUNERMEND MIZGÎN TAHIR: EM YEK DENG IN

Hunermend Mizgîn Tahîr bal kişand ser yekitiya jinên Sûriyeyî li hember zulm û zordariyê û got: "Em yek deng in û ji bo parastina mafên me xwîna me tevlihev bû û got: "Em ji kesekî natirsin, ji ber ku em beşek ji dîroka demdirêj a têkoşîna bênavber in. Em ji bo pêşerojeke geş yekgirtî ne."

ŞEHREZAD EL CASIM: JI BO MAFÊN XWE EM DI TÊKOŞÎNÊ DE BI ÎSRAR IN

Endama Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbiya Şehrezad El Casim diyar kir ku jina Sûriyeyê beşeke bingehîn a avakirina pêşeroja Sûriyeyê ye û got: "Çi pergalek mafên jinan nas neke di avakirina Sûriya pêşerojê de bi ser nakeve. Em hewldanên dûrxistin an jî paşguhkirina xwe red dikin û ji bo mafên xwe di têkoşînê de bi îsrar in."

PERWÎN YÛSIV: DIKAR MODELEA RÊVEBERIYA XWESER LI TEVAHÎ SÛRIYEYÊ PÊK BÊ

Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsiv diyar kir ku modela Rêveberiya Xweser a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikare li tevahî Sûriyeyê jî bikeve pratîkê û got: "Me karî mafên xwe bi saya modela Rêveberiya Xweser ku êdî dikare ji bo tevahî Sûriyeyê bibe modelek, pêk bianya. Ne pêkan e demokrasî û azadî di çerçoveya herêmên diyar de bimîne, ji wê zêdetir dikare bibe giştî."

SÛAD ŞEMO: DIGEL GEFÊN ZÊDE DE EM TÊKILDARÎ KÊMNETEWEYÊN LI SÛRIYEYÊ DE BI FIKAR IN

Rêvebera Yekitiya Jinên Êzidiyên Rojava (Y.J.Ê.R) Sûad Şemo der barê metirsiyên li ser kêmneteweyên li Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîmê de got: "Em li ser kêmneteweyên li Sûriyeyê metirsîdar in, bi taybet digel gefên zêde yên komên cîhadîst de. Pêdiviya vê pêvajoyê hişyarî û hevgirtineke mezin divê, bi taybet têkildarî mafên jinan di xebatê û beşdariya wê di sazkirina destûrê de."

EMÎNE OMER: DIVÊ GIRÎNGÎ JI BO NIVÎSANDINA DESTÛREKE MAFÊN JINAN NAS BIKE BÊ DAYÎN

Endama Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Omer bang li jinên Sûriyeyê kir ku yekitiya xwe ava bikin û ji bo parastina destkeftiyan bi awayekî hevbeş bixebitin.

Emîne wiha domand: "Ji tiştên destpêkê yên vê pêvajoyê nivîsandina destûreke nû ya Sûriyeyê ku mafên jinan ên siyasî, aborî û civakî nas bike, ye."

DIRUŞMA"JIN, JIYAN, AZADÎ"

Çalakgerên jin ên Sûriyeyî ku bi rêya zoomê beşdar bûne, teqezî bi yekitiya Sûriyeyê û misogeriya mafên jinan kir.

(fr)

ANHA