Gelê Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê wê sibe berê xwe bide Tişrînê 

Şêniyên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê bi armanca piştgiriya berxwedana şervanên QSD’ê û YPJˋê û parastina avahiyên xwe yên xizmetguzarî, wê sibe biherikin Bendava Tişrînê.

Gelê Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê wê sibe berê xwe bide Tişrînê 
7 ÇILE, 2025   16:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku komîteyên amadekar dane, wê sibe ji gelek bajaran bi hezaran kes berê xwe bidin Bendava Tişrînê ku ev mehek e li wê derê dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê berxwedan tê meşandin. 

Pêkhateyên Kurd, Ereb, Ermen, Suryan wê li bendavê piştgiriya xwe ji bo şervanên QSD’ê û YPJˋê û parastina avahiyên xizmetguzariyê nîşan bidin.

Komîteyên amadekarin banga tevlîbûna meşê li hemû beşên civakê kirin. 

(a)

ANHA