QSD: Çeteyan 15 hezar kes dorpêç kirine

QSDˈê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 120 erebeyên ku ji bo veguhastina sivîlên li Şehbayê asê mabûn, asteng kirin û zêdetirî 15 hezar sivîl  dorpêç kirine.

QSD: Çeteyan 15 hezar kes dorpêç kirine
5 kanûn, 2024   15:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi hezaran sivîlên li herêma Şehbayê asê mabûn 15 hezar kes dorpêç kirine.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “Komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker êrişeke berfireh a revandin û kolekirinê li dijî sivîlên li herêmên Şehba ya bakurê Helebê asê mabûn, pêk anî. 120 erebeyên ku bi sedan welatî tê de bûn û dixwestin xwe bigihînin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li nêzî herêma Şêx Necar ji hêla çeteyan ve hatin revandin. Çeteyan ev 2 roj bû derketina welatiyan asteng dikir.

Bi armanca kolekirinê jî wan koman, zêdetirî 15 hezar sivîl girtin û hejmareke mezin revandin. Tevî vê yekê jî wan tî û birçî dihêlin."

(bb)