QSD: Bûyera li başûrê Kobanê rû da, kiryarekî ferdî ye

QSD’ê bi daxuyanyekê diyar kir dîmenê ku li başûrê Kobanê hatine kişandine kiyarekî ferdî û ne li gorî rêgezên QSD’ê ye. QSD’ê diyar kir ku şervanê ev nêzîkatiyê kiriye sewqî dadgeha leşkerî hat kirin.

QSD: Bûyera li başûrê Kobanê rû da, kiryarekî ferdî ye
24 ÇILE, 2026   09:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Navnda Ragihandinê ya QSD’ê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Fermandariya me bi baldarî bûyera dawî ya der barê şervanekî de şopand. Şervanekî me dîmenê xwe li kêleka çekdarên di êrişeke komên Şamê li ser gundê Xerûs ê başûrê Kobanê hatine kuştin, kişand.

Li ser vî bingehî û ji ber girêdana me bi nirxên leşkerî û exlaqî ve, şervan tavilê ji nav hêzên leşkerî hat dûrxistin û sewqî dadgeha leşkerî hat kirin.

Em teqez dikin ku ev kiryar ferdî ye û nayê qebûlkirin, di heman demê de ne li gorî rêgezên hêzên me ye ku bi rêzdariya xwe li hemberî pîvanên muameleya mirovahî û exlaqî ye, di nav de rêzdariya li hemberî cenazeyan jî. Em li gorî nirxên ku em pê tên naskirin, erkên xwe bidomînin."

(b)