Li Ewropa û Amerîkayê çalakiyên piştgiriya Rojava dewam dikin

Li gelek welatên Ewropa û Amerîkayê bi meş, mîtîng û daxuyaniyan êrişên li ser Rojava hatin şermezarkirin û peyamên piştgiriyê hatin dayîn.

Li Ewropa û Amerîkayê çalakiyên piştgiriya Rojava dewam dikin
24 ÇILE, 2026   09:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gelek welatên cîhanê hêrsa li hemberî êrişên çeteyên hikumeta demkî û yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava bi çalakiyên cuda dewam kirin.

BERN

Kurdistaniyên ku li bajarê Bern ê Swîsreyê li hev civiyan, êrişn rejîma Îranê û çeteyên li Sûriyeyê li ser Kurdan protesto kirin.

Çalakî li Bern Europlatzê pêk hat û beşdaran gelek caran dirûşmeyên “Yek e Yek e Kurdistan Yek e” û “Bijî Berxwedana Rojava” berzkirin. Di çalakiyê de êriş û komkujiyên li Rojhilat û Rojava hatin şermezarkirin û axaftin hatin kirin.

HAMBURG

Meclisa Gel a Kurd a Demokratîk a Hamburgê ya Almanyayê (DKHM) jî bi armanca şermezarkirina êrişên li ser Rojava li ber Stasyona Navendî ya Hamburgê mîtîngek li dar xist. Di çalakiya ku bi hezaran kes beşdar bûn de, Meclîsa Jinê ya Rojbîn, TCŞ, enternasyonalîstên Elman, rêxistinên jinan ên çep û sosyalîst û Kurdistanî cih girtin.

AACHEN

Li bajarê Aachen ê Almanya mitîng û meş hatin lidarxistin.

Mitîng û meş bi tevlîbûna bi hezaran Kurdistanî û ciwanên çepgir Antîfa ku li ber Komelaya Gelê Kurd Aachen kom bûn, dest pê kir.

Piştî kombûnê, jinên Kurd bûn rêz û keziyên xwe çekirin. Girseya gel bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” “Yek e yek e yek e, gelê Kurd yek e” û “Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e” ber bi navenda bajêr ve dest bi meşê kirin.

Girseyê belavokên agahdariya li ser rewşa Rojava û nezîkatiya neyînî ya dewletên netewî belav kirin.

Piştî meşê girse gihîşt navenda bajêr Elîsenbrunen û dest bi mitîngê kirin. Di mitîngê de axaftin hatin kirin û hate xwestin ku êrîşên li ser gelê Kurd bên rawestandin.

LEVERKUSEN

Kurdên li bajarê Leverkusen ê Almanyayê meşek li dar xistin. Meş li Opladenê dest pê kir û Leverkusen Mîtteyê bi dawî bû.

Çalakî di saet 17:00’an de bi rêzgirtin û sirûda neteweyî dest p êkir. Kurdên Leverkusenê dirûşmeyên wek "Free Free Rojava", "Bijî Yekitiya Gelê Kurd", "Terorîst Erdogan", "Terorîst Colanî", "Jin Jiyan Azadî", "Rojava Rojhilate Kurdistan Yek Welate" û "Bijî Berxdana YPG û YPJ" berzkirin û axaftin hatin kirin.

Meş bi mitînga ku li Leverkusen Mitteyê hat lidarxistin, bi dawî bû.

HEILBRONN

Li bajarê Heilbronn ê Almanyayê jî mitîngek hat lidarxistin hatin protestokirin. Bi sedan kesên ku li Kiliansplatzê li hev civiyan, dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Berxwedana Kobanê”, “Bijî Serok Apo”, “Terorîst Erdogan”, “Terorîst Colanî” î “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin.

Di axaftinên mitîngê de îşaret bi yekîtiya Kurdan hate kirin û bêdengiya welatên Ewropa hate rexnekirin.

Çalakî wê bi meşa ku wê sibê di saet 14:00’an de li Theresienwiese dest pê bike, dewam bike.

MUNSTER

Gelê Kurd bi rojan e bi meş û xwepêşandanan piştgiriyê dide Rojava, îro kolanên Munsterê ya Almanyayê tijî kirin. Xwepêşandan bi pêşengiya Ciwanên TCŞ’ê ya Munster, Tevgera Jinên Kurd, meclîsa herêmî û dostên Kurdan, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Di xwepêşandanê de, jinan porê hev hûnandin da ku peyama hevgirtinê bişînin li hember êrişên nemirovane yên li dijî şervanên jin ên Kurd li Rojava. Di xwepêşdanê de dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Yek, yek, yek, gelê Kurd yek e" û "Bijî berxwedana Kobanê” berz kirin.

Xwepêşandan bi coşek mezin berdewam kir, tekezî li ser yekîtiya civakî û piştgiriya berxwedana Rojava kir.

SAARBRUCKEN

Xwepêşandana ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hate organîzekirin, bi hezaran kes li dijî êrîşên li ser Rojava nerazîbûn nîşan dan û yekîtiya neteweyî û berxwedana gelê Kurd silav kirin.

Meş li Landwehrplatzê bi beşdariyeke coş dest pê kir. Beşdaran pankarta “Stop Supporting Terror – Save the Innocent” û alên YPG û YPJ’ê hilgirtin û ber bi navenda bajêr ve meşiya. Dirûşmeyên gel li kolanan deng vedan û axaftin hatin kirin.

WUPPERTAL

Li Wuppertal a Almanyayê Kurdistanî li dijî êrişên li ser Rojava xwepêşandanek girseyî li dar xistin. Bi hezaran kes ji bo protestokirina êrîşên çeteyên HTŞ’ê ku ji hêla Tirkiyeyê ve têne piştgirîkirin, li hev civiyan û hêrsa xwe bi berzkirina dirûşmeyan anîn ziman û axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de, êriş û komkujiyên li Rojava bi tundî hatin şermezarkirin û hate diyarkirin ku berxwedan û hevgirtina gelê Kurd dê berdewam bike. Girseyê bang li civaka navneteweyî kir ku li hember tiştên ku li Rojava diqewimin bêdeng nemînin.

BERLÎN

Li paytext Berlînê jî Kurdistanî û dostên wan ji bo protestokirina êrişên komên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li ser Rojava û şandina peyama hevgirtinê li hev civiyan.

Xwepêşandan li Brandenburg Gate / Pariser Platzê saet 18.00’an de dest pê kir. Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan li ser banga hevpar a Nav-Berlîn, Konseya Jinan a Destdan, Feda Berlîn, Jinên Ciwan Berlîn, KJAR Berlîn, Kongra Star Berlîn, Civaka Îslamî ya Berlîn, Ciwanên Berlîn, Navenda Çanda Rojava û Konseya Jinan a Êzîdî ya Berlînê, li hev kom bûn. Di axaftinan de hate diyarkirin ku êriş sûcek li dijî mirovahiyê ye û divê Yekitiya Ewropayê bêdeng nemîne.

Xwepêşandan bi dirûşm û peyamên hevgirtinê bi dawî bû.

DRESDEN

Li Dresden a Almanyayê Kurdistanî û dostên wan li hev civiyan.

Girseyê alên YPG û YPJ’ê hilgirtin û pankartên “Defend Rojava", "Rojava ne bi tenê ye" û "Êrîşên li dijî gelê Kurd rawestînin" holgirtin. Di axaftinan de hat gotin ku tiştê li Rojava diqewime sûcek li dijî mirovahiyê ye û divê Yekitiya Ewropayê bêdeng nemîne.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî.

KOLN

Li Koln a Almanyayê bi hezaran Kurd û enternasyonalîst meşiyan. Meşa ku niştecihên herêmê jî beşdar bûn, ji Heumarkt ber bi Neumarkt çûn û paşê dîsa heta Heumarktê meşiyan. Di meşê de al û sembolên Kurdî hatin hildan û dirûşme hatin berzkirin

Hunermend Diyar Dêrsim û Hevserok Sidar Yıldız di çalakiyê de axaftin kirin. Ji çar perçeyên Kurdistanê mafê axaftinê girtin û bal kişandin ser gefên li ser Rojava.

Xwepêşandana ku di bin tedbîrên ewlehiyê yên tund ên polîsên Alman de pêk hat, bi çepik, dirûşme û tilîliyan bi dawî bû. Beşdaran diyar kirin ku ew ê heta ku Rojava ewle bibe li kolanan bimînin û banga beşdarbûna xwepêşandana girseyî ku wê sibê saet di 14:00’an de li Deutzer Werft a Kolnê were lidarxistin, kirin.

LUBECK

Li bajarê Lubekê yê Almanyayê Kurdistanî û dostên wan li Kohlmarktê kom bûn û bi Korkmarktê ve meşiya. Di meşê de dirûşme hatin berzkirin.

Dema ku bi hezaran kes beşdarî xwepêşandanên li meydanan û kuçeyan dibin, komên hevpar ên bi navê “Writers Against Fascism” li gelek bajarên Almanyayê, li stasyonên metro, trênan, diwaran û kuçeyan grafîtên li ser berxwedana Rojava çêkirin.

Çalakvanan diyar kir ku bi van xebatên dîtbarî dixwazin berxwedanê berçav bikin. Yek ji beşdaran, Tanja, got: “Şoreşa Rojava nirxa hevpar a me hemûyan e. Em dixwazin ku her kes bibîne.” Grafît û wêneyên nivîskî peyamên hevgirtinê li dijî êrîşên li ser jiyana hevpar a gelan, jinan û çandên li Rojava digirin nav xwe.

CARAVANA GELAN JI BERLÎNÊ BER BI ROJAVA VE BI RÊ KET

Bi dehan enternasyonalist li qada Brandenburger Torê li Berlînê civiyan û bi balkişandina ser êrişên li Rojava û Kobanê, ragihandin ku ew ji bo parastina Rojavayê û xurtkirina hevgirtina navnetewî rê dikevin. Di nav komê de nûnerên People Bridge, ZORA û YS jî hebûn.

Ciwanan di daxuyaniya çapemeniyê de êrişên çeteyên hikumeta demkî û yên ku di bin bane dewleta Tirk de ne û dîsa dorpêçkirina Kobanê şermezar kirin. Çalakvan bi dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Bijî Hevgirtina Enternasyonal” hatin şandin.

Heyeta ku êvarê bi awayekî komî ji Berlînê ber bi Leipzigê ve çû, piştî Leipzigê dê ber bi Viyanayê ve biherike. Li wir dê bi enternasyonalistên ku ji welatên cuda hatine re li hev werin. Koma ku wê li vir kombibe, dê bi rêya welatên Rojhilatê Ewrûpayê ber bi Rojava ve rê bikeve.

VIYANA

Li paytexta Avusturya Viyanayê Kurdistanî û dostên wan li Meydana Operayê ya Karlsplatzê civiyan û çalakiyeke girseyî li dar xist.

Çalakiya ku bi beşdariya bi hezaran kesan hat lidarxistin û axaftin hatin kirin.

Çalakiya meşê ber bi ber konsolosxaneya Tirkiyeyê ve berdewam kir. Di dema meşê de beşdaran dirûşme berz kirin.

STOCKHOLM

Beriya mîtînga mezin a ku tê payîn li paytexta Swêdê Stockholmê îro roja şemiyê bi deh hezaran kes beşdar bibin, hewldanên dîplomatîk jî zêde bûn.

Yusuf Onal û Menîce Yıidirim ji Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ji bo têkiliyan çûn Parlamentoya Swêdê.

Piştî têkiliyên bi Sosyal Demokratan re, hate zanîn ku hin parlamenter dê beşdarî mîtînga li Stockholmê ya roja şemiyê bibin.

Daxuyaniya partiyê ji aliyê Serokê Alîkar ê Komîteya Parastinê ya Parlamentoya Swêdê Morgan Johansson ve hate parvekirin. Di daxuyaniyê de êrişên li ser Kurdan û herêmên Kurd hatin şermezarkirin û banga agirbestê û vegera li diyalogn hat kirin. Her wiha banga hesabpirînê ji kesên binpêkirinan dikin, hat kirin.

Sosyal Demokrat daxwaz dikin ku hikûmeta Swêdê ji bo pêşîgirtina li felaketeke mirovî ya nû li Sûriyê hemû kanalên dîplomatîk ên heyî bi kar bîne. Hate gotin: "Alîkariya Swêdê ya ji Şamê re û piştgiriya siyasî divê bi daxwazên zelal ên ji bo demokrasiyê, mafên mirovan û parastina kêmneteweyan ve girêdayî be.”

Partiya Çep jî bi daxuyaniya xwe hemû hilbijêrên xwe ji bo mîtînga îro li Stockholmê vexwend.

SANTIAGO

Protestokirina êrişên li ser Rojava li Amerîkaya Latîn berdewam dikin. Li paytexta Şîlî Santiagoyê komek jin ên endamên Tora Hevpeymaniyê û ji bo hevgirtinê bi Tevgera Jinên Kurdistanê re nîşan bidin û êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojava protesto bikin li ber Konsolosxaneya Tirk çalakî li dar xistin.

Di daxuyaniya ku hate dayîn de hate destnîşankirin ku êrişên çeteyên li ser Rojava polîtîkayeke qirkirinê ne. Jinan bal kişandin ser êrişên bi taybetî li dijî jinên Kurd û Şoreşa Rojava hedef digirin.

Jinên Şîlî ragihandin ku ew li kêleka jinên Kurd têdikoşin, ji êrişan natirsin û ew ê hevgirtina xwe bidomînin. Polîsên ku hatin cihê çalakiyê cihê hewl dan çalakiyê asteng bikin. Çalakvanan diyar kirin ku ew dever giştî ye û mafê wan ê qanûnî heye ku bi aştiyane çalakiyê bikin û çalakiya xwe bidomînin.

VALENCIA

Roja pêncşemê, 22’yê Rêbendanê, li Valenciayê ya Spanyayê zêdetirî sed kesî bi daxwaza piştgiriya têkoşîna gelê Kurd û parastina şoreşa Rojava li ber Konsolosxaneya Tirkiyeyê kom bûn. Çalakî bi banga Colectivo Legerîn Azadî û Komîteya Piştgiriya bi Kurdistanê re ya Valenciayê pêk hat.

Beşdaran êrişên li ser Rojava şermezar kirin. Pankartên ji bo parastina Kobanê û Şoreşa Rojava hatin hildan; polîtîkayên Erdogan, dewleta Tirk û ya Sûriyeyê hatin teşhîrkirin.

Şaredariya Durango û Suargi Elkartea yên Spanyayê bi daxuyaniyekê êrişên li ser Rojava şermezar kirin. Di daxuyaniyê de bang li Yekitiya Ewropa û civaka navneteweyî hat kirin ku êrîşan rawestînin û mafên mirovan biparêzin.

Daxuyaniya ku bi yekdengiya hemû partiyên di Encumena Şaredariya Durangoyê de hat qebûlkirin, destnîşan kir ku êrîş sivîlan dikin armanc, xizmetên bingehîn hatine birîn û têkilî zehmet bûye. Her wiha binpêkirina hiqûqa mirovî ya navneteweyî û pîvanên demokratîk hat rexnekirin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civakên cuda yên wekî Kurd, Ermenî, Suryanî û Ereb di bin rêveberiyeke demokratîk û xweser de bi aramî bi hev re dijîn û bang hat kirin ku ev model were parastin.

ARAGON

Konseya Federal a Aragonê (El Consello Federal de Estau Aragonés) ji bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew bi Rojava re di nav piştevaniyê de ne û piştgiriya mafê gelê Kurd ê diyarkirina qedera self-determinasyonê ango xwe-rêvebirinê dikin. Konseyê ragihand ku ew xeta siyasî ya Konfederalîzma Demokratîk nêzî têgihîştina xwe ya sosyalîzma xwerêveber dibînin.

Di heman daxuyaniyê de êrişên li ser Rojava hatin şermezarkirin. Ji civaka navneteweyî hat xwestin ku ji bo dabînkirina agirbesteke ku rêzê li mafên mirovan bigire û azadiya gelê Kurd garantî bike, bikeve nav hewldanan.

BASK

Sendîkaya ELA ya Welatê Baskê piştgiriya xwe ya bi gelê Kurd re dubare kir û banga seferberiyê li Ewropayê kir. ELA’yê hêzên navneteweyî û yên Ewropayê ji ber bêdengiya wan şermezar kir û destnîşan kir ku divê piştgirî bidin xwerêveberiya demokratîk û projeyên aştiyê.

Şaredariya Durango û Suargi Elkartea jî bang li Yekitiya Ewropa û civaka navneteweyî kirin ku êrişan şermezar bikin û tundiya li ser sivîlan bidin rawestandin. Şaredariyê her wiha xwest ku ji bo sûcên şer ên gengaz lêkolîneke serbixwe were kirin.

REIMS

Li bajarê Reims ê Fransayê, Kurdistanî û dostên wan ên ku bi rojan e çalakiyên xwe didomînin, li ber Stasyona Reimsê (Gare de Reims) hatin cem hev. Çalakiya ku nêzî hezar kes beşdar bûn, bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê dest pê kir. Di dema rêzgirtinê de marşên şoreşê hatin xwendin û dirûşmên silavkirina berxwedana Rojava hatin berzkirin û mîtîng hat lidarxistin.

Di axaftinên hatin kirin de hat destnîşankirin ku rewşa niha ya li Rojava, wekî pêvajoya sala 2014’an a dorpêçkirina Kobanê ya ji aliyê DAIŞ’ê ve, gihîştiye asteke krîtîk. Çalakgeran bang li Kongreya DYA’yê kirin ku li dijî êrişan berpirsiyariyê bigire ser xwe.

Meşa ku ji ber Stasyona Reimsê dest pê kir, li navenda bajêr bi dawî bû. Çalakî bi dirûşmên “Parastina Rojava parastina mirovahiyê ye” bi dawî bû.

NANTES

Li bajarê Nantes ê Fransayê jî meşek ku li Qada Place du Commerce dest pê kir, bi mîtîngek li ber FNAC’ê bi dawî bû. Di çalakiya ku hezaran kes beşdar bûn de, tevlîbûna zêde ya ciwan û jinan bal kişand. Di mîtîngê de axaftin hatin kirin û daxuyanî hate dayîn.

INNSBRUCK

Li Innsbruckê yê Awistiryayê Kurd û dostên wan li ber peykerê Annasäule yê li Kolana Maria-Theresienê hatin cem hev û ji bo şermezarkirina êrişên li ser gelê Rojava û piştgiriya berxwedanê mîtîngek li dar xistin.

Mîtîng bi deqeyek rêzgirtin ji bo şehîdan dest pê kir û bi axaftina Kazım Agirî berdewam kir. Agirî got: “Berî deh salan, Kurdan di têkoşîna li dijî çeteyên barbar ên DAIŞ’ê de ji bo cîhanê xwe feda kirin. Îro jî Ewropa li hemberî êrîşên bermayiyên DAIŞ’ê û dewleta Tirk bêdeng dimîne û çavên xwe li komkujiyan digire. Bêdengî, şirîkatiya sûc e.’’

Piştre girse di ser Kolana Maria-Theresien, Saluner Strasse, Bahnhof, Museum Strasse û ber Goldenes Dachê re heta Marktplatzê bi dirûşman meşiya. Çalakî bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Terorîst Colanî” û “Terorîst Erdogan” bi coş bi dawî bû û banga tevlîbûna çalakiyên hefteya pêş hate kirin.

GRAZ

Li bajarê Grazê yê Awistiryayê jî bi sedan Kurdistanî û dostên wan, ji bo nîşandana bertekên xwe yên li dijî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê û dayîna peyamên piştevaniyê meşeke sê demjimêran li dar xistin.

Di dema çalakiyê de girseyê dirûşmên silavkirina Rojava berz kirin. Di nav beşdaran de dostên çepgir û demokrat ên Awistiryayî jî hebûn; peyamên welatparêziyê yên ji Rojhilat û Başûr hatin xwendin.

Li xala dawî ya meşê, jinên Kurd bi hev re porê xwe hûnandin û bi vî rengî piştgirî dan berxwedanê. Di dema çalakiyê de, ji bo meşa ku wê sibê demjimêr 14:30’an de li Graz Hauptbahnhofê were li dar xistin jî bang hate kirin.