QSD: Bangên Wezareta Parastinê yên derxistina fitneyan têkçûyî ne

QSDˊê da zanîn ku bangên "Wezareta Parastinê" ya hikumeta demkî yên hewldana hedefgirtina şervanan têkçûyî ye, bi armanca derxistina fitneyan di nava pêkhateyên herêmê de ye. Şervanên QSDˊê yên ji Kurd, Ereb, Suryan û tevahî pêkhateyên dîtir hêzeke neteweyî ya yekgirtî ne û bi xwînê li hember terorê bûne yek.

QSD: Bangên Wezareta Parastinê yên derxistina fitneyan têkçûyî ne
16 ÇILE, 2026   16:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî bangên "Wezareta Parastinê" ya hikumeta demkî yên bi hewldana hedefgirtina şervanên QSDˊê hewldaneke têkçûyî ye.

Di daxuyaniya QSDˊê de ev agahî hatine parvekirin:

"Bangên ˋWezareta Parastinêˊ ya Şamê yên bi hewldana hedefgirtina şervanên QSDˊê, ne tenê bangên bêhêvî û aşkera ne ku rewşa îflasbûna wan a siyasî û leşkerî nîşan didin, lê hewldana têkçûy ya derxistina fitneyê di nava pêkhateyên herêmê de ye.

QSDˊê bi şervanên xwe yên Kurd, Ereb, Suryan û tevahî pêkhateyên dîtir hêzeke neteweyî ya yekgirtî ava dikin û bi xwînî rûbirûyî terorê sekinîn û parastina sivîlan kirin. Ev şervan û malbatên wan ji vî welatî ne, di girêdana xwe de welatparêz in, di hilbijartina xwe de zelal in, û bi salan fedakarî îspat kirine ku yekitiya wan ji hemû hewldanên tehrîdkirinê xurttir in. Mîna van bangên bêhêvî dê bandorê li wan nekin û wê bibin sedema hevgirtina xurtir di nava gelê herêmê de û kombûna li dora hêzên xwe.

Hewldanên parçekirina yekitiyê û derxistina fitneyê rastiyên li ser erdê naguherînin. Wê Hêzên Sûriya Demokratîk, ligel şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember terorê û hemû kesên ku dixwazin wê bi awayên nû vegerînin yekgirtî bimînin."

(fr)