QSDˊê êrişek DAIŞˊê li Dêrazorê têk bir

QSDˊê êrişeke DAIŞˊê li dijî nuqteyek wan a li gundê Meraşide yê rojhilatê Dêrazorê têk bir.

QSDˊê êrişek DAIŞˊê li Dêrazorê têk bir
9 kanûn, 2025   16:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyanyekê ragihandin ku hêzên wan êrişeke DAIŞˊê li dijî nuqteyeke wan a li gundewarê rojhilatê Dêrazorê têk bir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Hêzên wan îro, êrişeke terorane ya şaneyeke rêxistina DAIŞˊê ya terorîst a li dijî nuqteyeke wan a leşkerî li gundê Meraşide yê bajarokê Sûsê yê rojhilatê Dêrazorê têk bir.

Bi wê re pevçûnên rû dan, hêzên me yek ji terorîstan kuşt û yek din jî bi giranî birîdnar kir, li kêlek wê jî motorsiklêt û çekek klaşînkovê desteser kir."

Li gorî daxuyaniya navendê, "Hewlên şaneyan hemû bi armanca jinûve tevliheviya ewlehiyê çêkin an jî aramiya herêmê tehdîd bikin. Em ê bi hêz û bê dudilî li hember hewlên wan bisekinin û ji bo ziwakirin şaneyên veşartî û rê li pêş êrişên wan bigirin çalakiyên paqijkirin û serdegirtinê dewam dikin."

(fr)