Mehmûd El Mislit: Ji bo pêşîgirina nakokiyan hevgirtin girîng e

Hevserokê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) diyar ku ji her kesî tê xwestin ku berpirsiyariya xwe pêk bîne û nehêle welat têkeve nava şerekî navxweyî.

9 kanûn, 2025   15:52
HESEKÊ

MSD, bi hevkariya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê, cli hola civînan a bajarokê Um Hicêra, yê girêdayî bajarê Holê li kantona Cizîrê, civînek ji gel re li dar xist.

şêniyên herêmê, serok û nûnerên eşîran û endamên saziyên Rêveberiya Xweser tev li civînê bûn.

Civînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre hevserokê Ofîsa Têkiliyên a MSD`ê li Hisên Ezam li ser mijara gotara nefretê axivî, ku li Sûriyeyê, nemaze li deverên di bin kontrola Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê de belav dibe, axivî.

Ezam diyar kir ku rewşa Sûriyeyê hewceyî bi yekîtî û piştgiriya hemû pêkhateyên civakê heye. Her wiha xwest ku pêkhateyên ciakê li dora Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) kom bibin.

Hevserokê MSD`ê Mehmûd El Mislit, li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û got ku ev herêm dikarin peyamên erênî ji cîhanê re bişînin, tevî dijwarî û krîzên girîng ên ku di salên dawî de pê re rû bi rû mane.

El Mislit diyar kir ku berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî, serokên eşîran, ciwan, jin û siyasetmedaran,  ku pêşî li nakokiyên navxweyî an mezhebî bigirin, ji ber ev  nakokî dikarin bibin sedema wêrankirina herêmê.

Di dawiya civînê de, beşdaran nerîn û pirsên xwe yên di derbarê rewşa siyasî de parve kirin, her wiha hin daxwazên têkildarî xizmetê anîn ziman.

(k)

ANHA