Şehîdên YAT’ê bi merasîmeke leşkerî hat bibîranîn

Şehîdên YAT’ê Şervan Cûdî, Diyar Dêrik, Feraşîn Baran, Harûn Rojava, Dogan Efrîn, Hogir Dêrik, Koçer Dêrik, Rojeng Rifet û Xebat Dirbêsiyê bi merasîmeke leşkerî hatin bibîranîn.

Şehîdên YAT’ê bi merasîmeke leşkerî hat bibîranîn
15 adar, 2024   23:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê li ser malpera xwe agahî û dîmenên merasîmê bîranîna şehîdên YAT’ê  Şervan Cûdî, Diyar Dêrik, Feraşîn Baran, Harûn Rojava, Dogan Efrîn, Hogir Dêrik, Koçer Dêrik, Rojeng Rifet û Xebat Dirbêsiyê parve kirin.

Hate diyarkirin ku merasîm ji aliyê şervanên YAT’ê ve lidarxistin bi beşdariya endamên Fermandariya Giştî ya QSD’ê, Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û 9 nûnerên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê pêk hate.

Hate diyarkirin piştî torana leşkerî ya ji aliyê şervanên YAT’ê ve Mezlûm Ebdî axivî.

Hate gotin, Mezlûm Ebdî di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna şehîdên YAT’ê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyan wan û rola wan di pêngavên leşkerî yên bi serketinê tacîdar bû de.  Her wiha hate destnîşankir ku Ebdî di axaftina xwe de aniye ziman ku dê têkoşînê bidomînin û saziyên leşkerî pêş bixin.

Hate gotin, di dawiya merasîmê de Fermandariya Giştî ya QSD’ê plaket dan malbatên her 9 şehîdan.

Şervanên YAT’ê Şervan Cûdî (Ebdo Ehmed Ebdî), Diyar Dêrik, Feraşîn Baran (Nejbîr Mehmûd Hemdo), Harûn Rojava (Mecîd Silêman Mihemed), Dogan Efrîn (Hadî Hemdûş Zahir), Hogir Dêrik (Elaa Ednan Hemûd), Koçer Dêrik (Diwêş Ehmed Omer), Rojeng Rifet (Berfîn Bîlal Rifet)  û Xebat Dirbêsiyê (Rênad Îzedîn Elî) 15’ê Adara 2023’yan de di qezeya helîkopterê de li Başûrê Kurdistanê şehîd bûbûn.

(fr)