Qonaxa dîrokî ya têkoşîna jinan -BAHAR EWRÎN

Qonaxa dîrokî ya têkoşîna jinan -BAHAR EWRÎN
10 ÇILE, 2025   06:10

Piştî hilweşîna dîktatoriya Beşar Esed li Sûriyeyê ji aliyê Tehrîr El Şam (HTŞ) ve ku destpêkê bi navê Cebhet El Nusra dihate nasîn û weke şaxek ji aliyê El Qaîde di sala 2012ˈan de li Sûriyeyê şikil girt û avakirina dewletek demkî qonaxeke nû li Sûriyeyê û bi giştî li Rojhilata Navîn destpê kir ku bêguman her guhertinek çi erênî û çi neyînî li ser giştî herêmê yê bandor bike. Helbet hatina HTŞˈê ku xwedî paşxaneyeke selefî ye gelek guman çêkir ku gelo pêşerojek çawa li benda gelên Sûriyeyê û bi taybet jinên sûriyeyî? ji ber li Sûriye gelek netewe, bawerî û mezheb hene ku divê mafên hemûyan were nasîn. Her wiha çawa ku bi hatina Talîban li Afganîstanê re rewşa jinan her ku çû xirabtir bû û hîna jî her roj zagonên nû li ser wan tê derxistin, pratîka HTŞˈê jî nîşan dide ku îhtîmala ku Afganîstanek din û heta ji wê xirabtir li Sûriyeyê were avakirin, gelek zêde ye, bi taybetî di sîstema perwerde û îslamîkirina wê û her wiha mudaxelaya li ser cil û bergê jinan vê metirsiyê nîşan dide. Di rastiyê de piştî her guhertinên ku di welatek çêdibe bê guman nêzîkatiyên li hemberî jinan, pîvanên wekhevî û azadiya wan welat jî nîşan dide ku mixabin em di halê hazir de pîvanên wekhevî û mafên jinan nabînin. Ev nêzîkatî ne tenê li hemberî jinan belkû li hemberî netewe û baweriyên ku di erdnigariya siyasî ya Sûriyeyê de dijîn, dibînin. Ger di avakirina Sûriyeya pêşerojê de mafên jinan û hemû gelan neyên nasîn ev hikumet tu meşrûyeta xwe namîne û dikare rê li ber şerek navxweyî veke. Ji ber vê yekê niha metirsiyek pir zêde li ser  jinan û mafên jinan heye. Divê helwestek cîhanî û taybet helwesta jinan û piştevaniya wan ji bo jinên sûriyeyî xurt bibe ku bibe zemînek ji bo parastina mafên wan.

Helbet her guhertinek jî nayê wê wateyê ku demokratîk û avaker e. Di erdnigariya Rojhilata Navîn de divê şoreş û guhertin destpêkê di hişmendiyê de ava be. Her wiha heya çanda wekhevî di mal û kolanan de ava nebe tu şoreşek nikare bighîje encamê. Bi taybet ji bo jinan ev tişt derbasdar e. Ji ber dawî her dîktatorek dîsa vedigere malê. Ji ber vê yekê  divê têkoşînkeke xurt li hember çanda mêr-bavik salarî û her wiha îslama siyasî û tundrew were meşandin, nexwe hemû destkeftiyên jinan dê werin windakirin. Çawa ku me  şoreşa 1979ˈan a  li Îranê jî temaşe kir, bi hatina meleyan a li ser hikûmetê û avakirina dewletek îslamî bi zagonên şer’î re destpêkê qanûn li dijî jinan çêkirin. Ji ber her hikûmetek dîktatorî bingehê xwe li ser bindestiya jinan ava dike. Niha li herêmê û bi giştî li dinyayê bi hatina partiyên rast û tundrew re xeterî li ser danehev û têkoşînan jinan heye. Li hemeberê vê hem pêwîstî bi yekitiya jinan û hem jî têkoşîneke her timî heye. Ancax bi vî awayî jin dikarin vê herkia dîrokî ku li ser wan hatiye ferzkirin veguherînin şoreşa jinan û azadiya gelan.

Di pêvajoya herî metirsîdare de divê li hember zext û hovîtiya ku dijmin li ser jinan û gelan ferz dikin xwedî stratêjî, bername, berxwedan û têkoşîneke hevpar bin. Çawa ku Rêber Apo di hevdîtinên xwe yên dawî yên li gel heyeta Îmraliyê re got, divê li hember senaryoyên tarî ku ji bo pêşerojê hatiye pîlankirin gavên pozîtîv were avêtin. Bê guman ev nirxanidn xwedî wate û girîngîyek dîrokî ye. Ev pêngav siyasetên avaker  ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd dikare li ser rewşa giştî herêmê bandor bike, nexwe îsrarkirin li ser şer û tundiyê dê dîsa qonaxek bi şer û xwînrijandinê destpê bike ku bi sedan sale li ser vê erdnîgariyê sîh avêtiye û her ku diçe qeyranên civakî û siyasî kûrtir dibin. Di rastî de pêşniyazên Rêber Apo ji bo demokrasî, aşîtî û wekhevî nexşrêya derketina ji pêvajoya kaotîk a heyî ye. Ji ber Kurd di sedsala dawî de gelek êş kişandine û bedelê giran dane û berxwedanek dîrokî Ji bo aştiyek bi rûmet û jiyanek azad raber kirine. Li kêleka vê têkoşîna Rêbertî ne tenê ji bo Kurdistanek azad di heman demê de afirandina kesayetek nûjen e. Têkoşîna azadiya Kurdistanê bi pêşengiya Rêber Apo çandeke nû di Kurdistanê de da avakirin ku di wir de jin bi nirx in û di hemû qadên jiyanê, civakê û siyasetê de rol dileyîzin. Zanabûnek da avakirin ku her kes kete ferqa xwe. Niha ev zanabûn bûye sedem ku gelê Kurd û bi taybet jin êdî koletiyê qebûl nakin û her şêwaz paşverûtî, jinkujî û bindestîyê red dikin. Ev rastî niha em li Bakur û Rojavayê Kurdistanê dibînin. Ezmûna 13 salan a rêveberiya xweser ji bo jinan û bi giştî ji bo gelên vê herêmê gelek destkeftî aniye û hişmendîyek nû ava kir. Rojane gel bi pêşengiya jinan ser lingan e û ji bo avakirina Sûriyeyek demokratîk kar dike. Mirov dikare vê helwestê weke şoreşek di nav şoreşê de pênase bike. Dema têkoşîn, berxwedan û zanayî bibe çandek jiyanê kes nikare lawaz an jî têk bibe. Jixwe armanca têkoşîna azadoya Kurdistanê avakirina çandek bi vî rengî ye.

Têkoşîna jinên Kurd gelek ezmûn û zehmetî li pey xwe hiştin. Lê dîsa weke şitilekê zîl dide û berbelav dibe. Têkoşîna jinan bûye çavkanîya îlham û modeleke. Têkoşîna jinên Kurd dikare ji bo jinên Ereb, Afganî û hemû  jinên neteweyên bindest bibe mînak. Niha em hem weke jin û hem weke neteweyek ku siyasetên dagirkerî û bindestkirinê li ser tê meşandin di qonaxeke dîrokî re derbas dibin. Du vebijêrk li pêşiya me ne; an bi berxwedan û têkoşînek berdewam dawî ji tarîtî û zilmê bînin an jî dîrokê dîsa xwe dubare bike û em ê dîsa bikevin nava pênce qirkirinê. Lê ji aliyek din ve em weke jinên şoreşger ku me soz daye gel û jinan berpirsyariyek dîrokî li pêşîya me ye. Ji bo pêşerojek azad divê her kes bi vê sozê û erka dîrokî tevbigere.

(bb)