Qezaya balafirê: Herî kêm 85 kes mirin

Li Koreya Başûr balafira rêwiyan dema ku neçar ma dakeve qeza kir, herî kêm 85 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Qezaya balafirê: Herî kêm 85 kes mirin
29 kanûn, 2024   09:50
NAVENDA NÛÇEYAN 

Balafira ayîdê şîrketa Rêya Hewayî Jeju Air, dema ku li Balafirgeha Navneteweyî Musan a li bajarê Muan’ê daket, qeza kir. Tîmên îtfaiyeyê ragihandin ku balafir di dema daketinê de kontrola xwe winda kir, ji pîstê derket û li têlên derdora balafirgehê ket.

Beşekî mezin ê balafirê şewitî. Rêwiyek û personelek hatin rizgarkirin. Tîmên îtfaiyeyê diyar kirin ku 85 kesan jiyana xwe ji dest dan. Balafira ku 175 rêwî û 6 murettebat têde bûn, sefera Bangkok-Muan dikir û ji dervey 2 kesên Taylandî rêwî hemû ji Koreya Başûr bûn.

Hat diyarkirin ku qeza ji ber arizayeke taximên daketinê çêbûye, di cara destpêkê de taximên daketinê yên balafirê venebûne û di cara duyem de di dema daketina bi zorê de qeza kir.