Dewleta Tirk a dagirker gundewarê Til Temirê topbaran kir

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundewarê Til Temirê bi çekên giran topbaran dike.

Dewleta Tirk a dagirker gundewarê Til Temirê topbaran kir
29 kanûn, 2024   10:39
HESEKÊ

Nûçegihanên me li herêmê ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi tank û çekên giran gundên Derdara El Ebûş, Şêx Elî, Qibûr El Xiracne, Bab El Xêr, Qebir Sexîr, Qebir Kebîr, Til El Werd ên bakurê bajêr, gundên Til Tawîle, Tawîle, Um Kêf, Til Cuma, Guzeliye û Til El Leben ên rojavayê bajêr topbaran kirin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên hewayî û bejahî li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne, lê ji 27`ê Mijdarê ve êrişên xwe yên li dijî Minbicê, gundewarê Kobanê zêde kirine. Li hember van êrişan, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ber xwe dide.

(şx)

ANHA