'Qelen' sernavê romana li ser Apê Yûsif e

Romana “Qelen” ku ji aliyê nivîskar Ebûd Mexso ve hatiye nivîsîn qala jiyan û têkoşîna Apê Yûsif Gulo dike, ku wekî “Afrînerê Aştiyê” dihat binavkirin û li Kurdistanê bi welatparêziya xwe dihat nasîn.

'Qelen' sernavê romana li ser Apê Yûsif e
9 mijdar, 2023   03:44
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Apê Yûsif Gulo 9`ê Mijdara 2021`an tevî du neviyên xwe di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo şehîd bû. Ji bo bîranîna Apê Yûsif li peykerê wî li çerxerêya rojavayê Qamişlo hatiye danîn. 

Nivîskar Ebûd Mexso ku sala 1966`an li gundê Dawûdiyê yê Amûdê ji dayik bûye û niha li Qamişlo dijî, Apê Yûsif ji nêz ve nas kiriye û pê re dostaniyek germ daye avakirin. Wî sala 1985`an tevî Apê Yûsif xebatên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê daye meşandin û heta dema şehadeta wî çûn, hatin û diyalogên wan hebûn. Ji lew re xwest bi boneya salvegera duyemîn a şehadeta Apê Yûsif romanekê bi sernavê “Qelen” diyarî giyanê wî bike.

Ebûd Mexso ku ji ajansa me re axivî, diyar kir ku wî bi romana “Qelen” xwestiye balê bikşîne ser welatparêzî û têkoşîna Apê Yûsif. Li ser sedema hilbijartina navê “Qelen” ji pirtûkê re, Mexso got: “Apê Yûsif qelenê welat daye, qelenê ku daye jî giran e, xwîna 14 şehîdan e.”

Li ser pirtûkê wêneyekî Apê Yûsif ku bi tiliyên xwe nîşaneya serkeftinê çêkiriye, heye. Li ser rûyê din ê pirtûkê jî gotina Apê Yûsif a “Ji bo azadiya miletê Kurd û Kurdistaneke serbixwe, amade me şehîd bibim û pêncî xortên min jî hebin, ji bo xatirê azadiya bostek ji axa Kurdistanê amade me bikim gorî” hatiye bicihkirin.

Nivîskarê romanê û hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Ebûd Mexso mr ku şehadeta Apê Yûsif bandoreke mezin lê kir, destnîşan kir ku piştî şehadeta Apê Yûsif wî yekser dest bi nivîsandina romanê kiriye û ev agahî parve kirin: “Min di heyama 2 salan de roman qedand. Di romanê de ez behsa bîranînên xwe bi Apê Yûsif Gulo re dikim.  Her wiha aştîxwazî, biratîxwazî û wekhevîxwaziya wî tînim ziman. Min bi rondikên çavan nivîsî ye, ez Apê Yûsif ji xwe re pêşeng dibînim.”

Pirtûk ji weşanên Weşanxaneya Şilêr 2023`yan e û duh (8`ê Mijdarê) li Baxçeyê Xwendinê yê li Qamişlo bi beşdariya malbata Apê Yûsif Gulo û hejmareke rewşenbîr û nivîskaran hat danasîn.

(c)

ANHA