Platforma Çalakiyên Hevbeş ji bo danîna bernameya 25'ê Mijdarê civiya

Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo danîna bernameyeke 25′ê Mijdarê civiya.

Platforma Çalakiyên Hevbeş ji bo danîna bernameya 25'ê Mijdarê civiya
Platforma Çalakiyên Hevbeş ji bo danîna bernameya 25'ê Mijdarê civiya
Platforma Çalakiyên Hevbeş ji bo danîna bernameya 25'ê Mijdarê civiya
Platforma Çalakiyên Hevbeş ji bo danîna bernameya 25'ê Mijdarê civiya
Platforma Çalakiyên Hevbeş ji bo danîna bernameya 25'ê Mijdarê civiya
Platforma Çalakiyên Hevbeş ji bo danîna bernameya 25'ê Mijdarê civiya
9 mijdar, 2023   04:39
QAMIŞLO
SILAVA EBDUREHMAN

Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rojên borî de ji bo danîna bernameya çalakiyên 25′ê Mijdarê  Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Cîhanê civiya.

Platform ji Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kongra Star, Kombûna Jinan a Zenûbiya, Yekitiya Jinan a Suryanî, Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Yekitiya Jinên Ciwan, Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), Nivîsgeha Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan a Sûriyeyê, Komîteya Jinan a Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê, Tora Pêşengên Aştiyê, Rêxistina Sara ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan Komeleya Şawîşka, Tevgera Hîlala Zêrîn û Weqfa Jinên Azad pêk tê.

Platform hewl dide xebatên tevgerên jinan di çarçoveya çalakiyên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêş bixe û destekê bide doza jinan li Sûriye û cîhanê.

Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Stêr Qasim destnîşan kir ku ew ji bo danîna bername û dirûşmên hevbeş ên çalakiyên 25'ê Mijdarê civiyan.

Stêr Qasim got: "Di her boneyekê de platform dicive da ku nêrîn bên parvekirin û nîqaş der barê naverokên çalakiyan û yekkirina dirûşmên wan de tên kirin. Ev civîn gelek rojan didomin û bername li gor rewşên herêmê tê diyarkirin. Bernameya pêngavê jî dê bi daxuyaniyekê were aşkerakirin."

Stêr Qasim da zanîn ku di bernameya Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Cîhanê de  dê semîner li hemû gund û bajaran werin dayîn û panelên diyalogê û meşên girseyî dê bên lidarxistin.

(mh)

ANHA