Îkuko Katsûmata: Birêz Ocalan mifteya siberojê ye

Rojnamevana ji Japonyayê Îkuko Katsûmata ku sala 1991’an bi Rêber Abdullah Ocalan re hevpeyvînek kiribû, got “Birêz Ocalan ramangerekî baş e, ramanên wî tu carî winda nabin, ew mifteya siberojê ye.”

Îkuko Katsûmata: Birêz Ocalan mifteya siberojê ye
9 mijdar, 2023   02:41
NAVENDA NÛÇEYAN
CÎHAN BÎLGÎN

Kampanyaya 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî' di 10'ê Cotmehê de li Strasbourgê hate îlankirin û li 74 navendên cîhanê dest pê kir. Niha ev kampanya gihaştiye 100 navendan. Ji çar aliyên cîhanê bi sedan akademîsyen, rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar, profesor, ramanger, rojnamevan, sendîkavan û rêxistinên sivîl tev lê dibin.

Beşdareke kampanyayê jî rojnamevana Japon Îkuko Katsûmata ye. Katsûmata têkildarî kampanyayê ji ANHA'yê re axivî. 

Îkuko Katsûmata di sala 1991'an de bi Rêber Abdullah Ocalan re hevpeyvîn kiribû. Li ser hevpeyvîna xwe ya bi Rêber Abdullah Ocalan re Katsûmata wiha got: “Birêz Ocalan digot hilweşîna sosyalîzmê li Ewropaya Rojhilat û Yekitiya Sovyetê ne ji ber şaşbûna sosyalîzmê bû, lê ji ber ku sosyalîzm bi rengekî rast nehate meşandin. Lewma ew ê ‘li pey rastiyê’ be. Birêz Ocalan her wiha gotibû dê bala xwe ji têkoşîna çekdarî vegerîne ser têkoşîna siyasî.”

‘MIN DIGOT OCALAN Û TEVGERA WÎ DÊ PI BAŞ BIKEVIN LÊ EZ XELITÎM’

Îkuko Katsûmata wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev nêzî 25 sal e dewleta Tirk birêz Ocalan dîl girtiye û cezayê darvekirinê li wî biriye û ji ber rakirina cezayê darvekirinê li Tirkiyeyê, ew ceza veguheriye cezayê muebbetê. Tê bîra min; wan rojan min hewl dida bêyî înternetê xwe bigihînim nûçeyan ji Tirkiye û Ewropayê. Tevî ku li gelemperiya cîhanê çalakiyên protestoyî yên li dijî girtin û darizandina birêz Ocalan gelekî bi hêrs bûn jî, gelek kesan digot Ocalan û tevgera wî dê bi demê re bi paş bikevin. Ez li xwe mikur têm; ez jî yek ji wan bûm lê ez jî xelitîm.”

‘RAMANÊN WÎ QET WINDA NABIN’

Îkuko Katsûmata destnîşan kir ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan bi hêviya aştî û azadiyê di nava hemû gelan de mezin bûne û bi pêş ketine û got: “Ramanên birêz Ocalan ên ji hucreyeke girtîgehê ya li girava Îmraliyê derketine, dê tu carî ji holê ranebin.”

‘RAMANGERÊ PÊKVEJIYANÊ YE’

Rojnamevan Îkuka Katsûmata diyar kir ku navnîşana aştiyê Rêber Abdullah Ocalan e û wiha dewam kir: “Birêz Ocalan ramangerekî girîng e. Ew ramangerekî pêkvejiyanê ye. Ez bang li hemû pêşengên li Tirkiyeyê dikim; ger hûn ji bo mirovan aştiyê dixwazin, pêwistiya we bi çek û gefan nîn e. Hûn dikarin deriyê hucreya girtîgehê vekin. Ez pê bawer im ku birêz Ocalan mifteya siberojê ye.”

ÎKUKO KATSÛMATA KÎ YE?

Rojnamevan Îkuko Katsûmata li paytexta Japonyayê Tokyoyê ji dayik bûye. Piştî ku di salên 1990’î de çend salan li Bahreyn, Viyana û Londonê jiyaye, niha jî li bajarê Kyoto yê Japonyayê dijî. Di havîna sala 1991’an de bi Rêber Abdullah Ocalan re hevpeyvîn kiriye. Pirtûkeke bi navê “Kurd-Dîmena Îroyîn a Mirovên Bêdewlet” nivîsandiye.

ANHA