Qedexeya li Humsê hat dirêjkirin

Piştî ku hin taxên bajarê Humsê rastî êrişên eşîrên bedewî hatin, hikumeta veguhêz a Sûriyeyê îro, qedexeya derketina derve dirêj kir.

Qedexeya li Humsê hat dirêjkirin
24 mijdar, 2025   11:49
HUMS

Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê îro qedexeya derketina derve li bajarê Humsê rojeke din dirêj kir.

Duh çekdarên ji malbata Etiya El Mûsa ya eşîra Benî Xalid, êriş birin ser hin taxên bajarê Humsê yê ku şêniyên Elewî lê dijîn û di encamê de kesek hat kuştin û 12 jî birîndar bûn.

Hêzên hikumeta veguhêz qedexeya derketina derve ji saet 17.00 heta 05.00`ê sibeha îro, ragihandibû û îro dema qedexeyê rojeke din dirêj kir.

(k)