Li Hesekê navê qadekê hate guherandin

Meclisa Bajarê Hesekê li ser daxwaza pêkhateyên bajêr, navê ‘Qada El Reîs’ guherand û kir ‘Qada Aştiyê’.

Li Hesekê navê qadekê hate guherandin
24 mijdar, 2025   12:15
HESEKÊ

Piştî hilweşîna rejîma Baasê, Meclis Bajarê Hesekê dest bi guhertina navên hin qad û dezgehên ku bi sembolên Baasê hatibûn binavkirin, kir.

Ji bo guhertina navê Qada El Reîs ya li bajêr, meclis û şaredariya bajêr li ser înternetê rapirsînek çêkir û di encama rapirsînê de û bi piraniya dengan, pêkhateyên bajêr xwest navê qadê bibe Qada Aştiyê.

Bi vê guhertinê re, qada ku berê wek semboleke serdema serdestiya Baasê bû, veguherî sembola jiyana aştiyana ya di navbera pêkhateyan de.

(k)