PYDˊê pêkanînên li Heleb û Kobanê şermezar kirin û hişyarî ji fitneyê da

PYDˊê pêkanînên li bajarên Heleb û Kobanê rû dane şermezar kirin û bang li gel bi taybet jî ciwanan kir ku xwe ragirin, ji her tevgerên bêhemîd yên ku xizmetî berjewendiya neteweyî nakin dûr bisekinin.

PYDˊê pêkanînên li Heleb û Kobanê şermezar kirin û hişyarî ji fitneyê da
21 adar, 2026   22:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) têkildarî bûyerên li bajarên Heleb û Kobanê çêbûne daxuyaniyek nivîskî parve kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku "Ji ber ku gelê me yê Kurd li Sûriyeyê cara yekem Newrozê wekî cejneke neteweyî pîroz dike ku sembola azadî, aştî û nûjeniyê ye, bajarên Heleb û Kobanê şahidiya bûyerên xemgîn kirin ku ne xizmeta vê kêliya dîrokî dikin, ne jî ew giyanê jiyana hevbeş a ku hemû Sûriyeyî dixwazin nîşan didin.

Rakirina ala Sûriyeyê li Kobanê kiryarek takekesî ya şermezar û nayê qebûlkirin ku îradeya gelê herêmê temsîl nake ye, ji ber ku Rêveberiya Xweser ev al piştî hilweşîna rejîmê pejirand.

Di heman demê de, em êriş û kiryarên ku gelê me yê Kurd li Helebê hedef digirin bi tundî şermezar dikin, ku gefek rastîn li ser aştiya sivîl çêdikin û tevna civakî ya Sûriyeyê dixin xetereyê, ku pir hewcedarê hevgirtinê û xurtkirina diyalogê ye.

Em li dijî hewldanên bikaranîna van bûyeran ji bo gurkirina pevçûn û çandina nefretê di navbera pêkhateyên gelê Sûriyeyê de hişyar dikin, û em tekez dikin ku qonaxa heyî asta herî bilind a hişyarî û berpirsiyariya neteweyî hewce dike.

Ji ber vê yekê em Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD):

• Bang li gelê xwe, bi taybetî ciwanan, dikin ku xwe ragirin û ji her tevgerên bêhemdî yên ku xizmeta berjewendiya neteweyî nakin dûr bisekinin.

• Tekez li ser pêwîstiya xurtkirina çanda diyalog û têgihîştinê di navbera hemû civakên Sûriyeyê de bikin.

• Daxwaz bikin ku rayedarên peywendîdar û hikûmet lêpirsînên zelal bidin destpêkirin û hemû kesên ku di van bûyeran de beşdar in berpirsiyar bigirin, da ku piştrast bikin ku ew dubare nabin, ewlehî û aramiya wan were parastin.

Berpirsiyariya me ya neteweyî me hemûyan neçar dike ku ji bo parastina aştiya sivîl û xurtkirina nirxên jiyana hevbeş bixebitin, bi vî rengî rê li ber avakirina Sûriyeyek demokratîk û piralî vedike ku rûmeta hemû welatiyên xwe bê îstîsna diparêze."

(fr)