Ji rayedarên Rojava dijî provakasyonan banga berpirsiyariyê

Rayedarên Rojava li dijî provokasyonan banga berpirsyariyê, dûrketina ji fitneyan û parastina jiyana navxweyî kirin

Ji rayedarên Rojava dijî provakasyonan banga berpirsiyariyê
21 adar, 2026   22:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Di dema pîrozbahiyên Newrozê li Helebê û Efrînê de kiryarên nîjadperestiyê li dijî Kurdan hatine kirin û heqaret li sembolên Kurdî hatin kirin. Li hemberî vê yekê li Qamişlo û Hesekê çalakiyên protestoyê hatin lidarxistin. 

Cîgirê wezîrê parastinê yê hikumeta demkî Sîpan Hemo jî daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê X'ê parve kir.

Sîpan Hemo got: "Ji ber bûyereke ferdî gelê Kurd li Helebê û hin navçeyên wê rastî lêdan û destdirêjiyê hat. Diyar bû ku hin kes li benda mîna van bûyerên ferdî bûn da ku fitneyê di navbera gelê Kurdê Sûriyeyê de derbixin. Li ser vê yekê em bang li welatparêzan dikin ku aram bin û bi rihê welatparêziyê tev bigerin û ji fitneyan dûr bikevin.

Em diyar dikin ku yê ku ala Sûriyeyê li bajarê Kobanê daxist û yên ku heqaretê li gelê Kurd û sembolên wê kirine, xwedî heman hişmendî ne; armanc dikin cudahî û fitneyan derbixin.

Divê em hemû li dijî van nêzîkatiyên redkirî bisekinin û ji bo pêşxistina  yekitiya nîştimanî û jiyana aştiyane ya di navbera hemû Sûriyeyan de bixebitin. Di heman demê de em bang li hemûyan dikin ku li mal bin pîrozbahiyan li gel hezkiriyên xwe bidomînin, rêzê bidin hev din tevaî cudahiyên nîştimanî û baweriyan. Yên ku heqaretê li ala Sûriyeyê kirine û yên ku destdirêjî li Kurdan û sembolên wan kirine, dê werin muhasebekirin.

Em diyar dikin ku ku qanûn dê li dijî her kesê ku gefê li aramî û ewlehiya Sûriyeyê dixwe, pêk were. Divê em bi hev re bixebitin da ku herêmê aram bikin, jiyana aştiyane di navbera hemû pêkhateyên Sûriyeyê de pêşve bibin û rêz li ala Sûriyeyê bigirin ku nûnertiya hemî Sûriyeyê dike."

Li gorî malpera nivîsgeha parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed, Nûrdîn Ehmed bang li hemû welatiyan kir ku bi rihê berpirsyariyê tev bigerin û rêzê bidin sembolên neteweyî. Hate gotin, " Nûredîn Ehmed nêzîkatiyên ku yekitiya nîştimanî xirab dike û girêdana di navbera pêkhateyên civaka Sûriyeyê qelis dikin, şermezar kir."

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed jî der barê mijarê de bû mêvana bernameya Ronahî Tv.

Îlham Ehmed anî ziman ku daxistina ala Sûriyeyê li Kobanê nêzîkatiyek ferdî ye û bang li gelê Kurd û Ereb kir ku ji fitneyê dûr bikevin. Îlham Ehmed got: "Herkes divê bi xwînsarî tevbigere û li herêmê pêwistî bi derxistina şerekî nû nine."

(bb)

ANHA