PYD`ê tev li Kongreya Enternasyonala Sosyalîst a li Spanyayê bû

Hevseroka PYD`ê Asya Ebdullah tev li Kongreya Enternasyonala Sosyalîst bû ku li Spanyayê li dar dikeve. Piştî civînê Asya bi serokwezîrê Spanyayê Pidor Sanchez, berpirsê têkiliyên rojavayê Asyayê ya Partiya Komunîst a Çînê re civiya û êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gotubêj kirin.

PYD`ê tev li Kongreya Enternasyonala Sosyalîst a li Spanyayê bû
PYD`ê tev li Kongreya Enternasyonala Sosyalîst a li Spanyayê bû
PYD`ê tev li Kongreya Enternasyonala Sosyalîst a li Spanyayê bû
PYD`ê tev li Kongreya Enternasyonala Sosyalîst a li Spanyayê bû
PYD`ê tev li Kongreya Enternasyonala Sosyalîst a li Spanyayê bû
PYD`ê tev li Kongreya Enternasyonala Sosyalîst a li Spanyayê bû
25 sibat, 2024   15:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka PYD`ê Asya Ebdullah tev li Kongreya Enternasyonala Sosyalîst bû ku li paytexta Spanyayê Medrîd li dar dikeve. Tevî wê nûnerê partiyê yê Balkanê Îbrahîm Muslilm jî tev li kongreyê bû ku 23`yê Sibatê dest pê kir û îro bi dawî dibe.

Îbrahîm Muslim bi navê PYD`ê di kongreyê de axivî û got: "Em gelek kêfxweş im ku bi navê PYD`ê ji Sûriyeya birîndar û ya bûye qada nakokiyên hêzên hegemonîk ên cîhanî û herêmî, li pêşberî we diaxivim. Di 12 salan de bi sed hezaran kes hatin kuştin, birîndar bûn û bi milyonan koçber bûn û binesazî û hîmanên jiyanê bi temamî wêran bûn. Lê belê partiya me di nav vê tevliheviya mezin de xwedî li rêgezên enternasyonala sosyalîst derket ên ku em pê bawer dikin ji bo ku gel ber bi ewlehiyê ve bibin û îstiqrarê li herêmê bi rêya lihevkirina tevahî hêzên nîştimanî peyda bikin."

Îbrahîm di axaftina xwe de behsa sedemên avakirina rêxistina enternasyonala sosyalîst kir û diyar kir ku wê roleke mezin di zanakirina civakan û çandina çanda demokrasiyê li her 5 parêzemînan de lîstiye.

Muslim wiha domand: "Em armanc dikin ku aloziya Sûriyeyê li gorî biryara NY`yê ya bi hejmar 2254 çareser bikin û Sûriyeya nenavendî û ya demokratîk ava bikin ku tevahî dozên wê di serî de doza Kurd li Sûriyeyê bi awayekî adilane û bi destûrê çareser bibin. Em bawer in ku çareserkirina vê dozê, misogeriya sepandina rêgezên demokrasiyê û mafên mirovan li Sûriyeyê ye. Wek endamek vê Enternasyonala Sosyalîst em xwedî li rêgezên xwe û helwestên xwe di aloziyê de derketin. Ji destpêkê ve me xeta sêyemîn hilbijart, em nebûn piştevanê pergalê zordest. Her wiha me piştgiriya opozîsyona îslamî ya cîhadî nekir. Lê belê gel bi rêxistin kir û pergalên parastina rewa ava kirin. Bi rêya wê me herêmên xwe ji DAIŞ`ê rizgar kir û bi hemû pêkhateyên herêmê yên kurd, ereb, suryan û pêkhateyên din rêveberiya xweserya demokratîk ava kir. Wek partî, me gelek hewldan kir ku zihniyeta berê ya ku bû sedema felaketa bi serê gelê Sûriyeyê hatiye, biguherin. Me pêkhateyên herêmê îqna kir ku dikarin li gorî derfetên xwe yên xweser xwe bi xwe, xwe birêve bibin."

Her wiha Muslim balkişand ser êrişên li dijî projeya neteweya demokratîk a li herêmê û got: "Hêzên dijber li dijî projeya me derketin, hinekan gotin hûn terorîst in ji ber ku me daxwaza mafên demokratîk a gelê Kurd kir. Hinek din jî gotin em cudaxwaz in ji ber ku me rêgezên xwe li herêmên ku bi xwîna ciwanên me ji terora DAIŞ`ê rizgar bûne, pêk anîn. Lê dîsa dubera dibêjim em nûnertiya rêgezên enternasyonala sosyalîst dikin û hewl didin ku wan rêgezên li Rojhilata Navîn jî bixin pratîkê. Ji ber vê baweriya me, dewletên dijberî demokrasiyê û mafên gelan di serî de Tirkiye êriş kirin. Ew li pêşiya cîhanê pensa kiriyarên xwe dike ku binesazî, nexweşxane, firne, stasyonên enerjiyê û avê wêran kirin. Lê mixabin heta niha tu dewletekê yan jî aliyekê di nav de enternasyonala sosyalîst ev êriş rexne nekirin."

Muslim di axaftina xwe de banga piştgiriya siyasî û dîplomasî kir û hêvî kir ku kongre bi biryarên girîng bi dawî bibe.

Her wiha Asya Ebdullah piştî civînê bi serokwezîrê Spanyayê Pidor Sanchez, berpirsê têkiliyên rojavayê Asyayê ya Partiya Komunîst a Çînê re civiya û behsa êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmê kir.

PYD`ê endameke Kongreya Enternasyonala Sosyalîst ye ku rêxistineke siyasî ya navneteweyî ye û tê de gelek partiyên siyasî yên demokratîk, civakî yan jî sosyalîst an jî karker hene. Ji 162 rêxistin û partiyên siyasî yên ji 5 parzemînan pêk tê.

(şx)