Meclisa PYD'ê ya Helebê kongreya xwe ya 3ˊyemîn li dar xist

Meclisa PYD ya Helebê bi dirûşma "Rêxistinbûn û parastin bingeha avakirina civaka siyasî û demokratîk a azad e" 3'yemîn Kongreya xwe li dar xist.

23 hezîran, 2024   21:44
HELEB

Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Helebê 3'yemîn Kongreya xwe li hola Star Layt a herêma Şiqeyêf a taxa Şêxmeqsûd li dar xist. Di kongreyê de endam û nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl, meclis, komîn û hêzên leşkerî hazir bûn.

Di serî de hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah li ser rewşa siyasî ya herêmê û cîhanê axivî û got: "Projeya neteweya demokratîk û felsefeya jiyana azad a ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, hemû planên hêzin hegomanik ku berjewendiyên xwe li ser xwîna gelan pêk tîne, têk dibe."

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rende Osman jî wiha got: "Gelê kurd  bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan û li ser şopa şehîdên azadiyê, berxwedan û têkoşîna xwe didomîne."

Endama Koordînasyona Kongra Star Nêrgiz Bekir destnîşan kir ku jin di rêxistinkirina civakan û misogerkirina mayîndekirina wan de xwedî rolên pêşengtiyê.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Helebê Zagros Heleb axivî û soza tolhildana şehîdan, pêkanîna destkeftiyên din li ser şopa fikrê Rêber Abdullah Ocalan, pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî, rizgarkirina deverên dagirkirî û pêkanîna biratiya gela

Piştre endama Meclisa Giştî ya PYD'ê Ayşe Hiso perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser siyaseta demokratîk xwendin.

Her wiha endamê PYD'ê Hisên Elî rapora 2 salan a PYD'ê ya Heleb û endama PYD'ê Zîlan Fecir jî rapora jinan a partiyê, xwendin.

Piştre beşdaran nêrîn û pêşniyarên xwe parve kirin.

Dawiyê de 23 endamen  Desteya Rêveber  Kongreya ya rêxistina PYD'ê ya Helebê hat hilbijartin.

plansaziya 2 salan hate diyar kirin û ji aliyê rêveberê Meclisa Ciwanan a PYD'ê ya Helebê Şiyar Xilo ve hat xwendin.

Plansazî wiha ye:

Bilindkirina asta têkoşînê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, şopandina rewşa rêveberên taxê, xurtkirina rola komînan di aliyê rêxistinî de, vekirina perwerdeyên girtî û vekirî ji endamên partiyê re û bikaranîna rêbazên nûjen ên perwerdekirinê, xurtkirina rola Meclisa Ciwanan, berfirehkirina karê rêxistinî li taxê û herêmên Til Eren û Til Hasilê, domandina lidarxistina civînên gel û zêdekirina çalakiyên fikrî yên li ser parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan.

(mh)