PYD’ê geşedanên siyasî ji gel re şîrove kirin

PYD’ê geşedanên siyasî û bandorên wan ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji xelkê Til Hemîs û Çilaxa re şîrove kirin. Di civînan de hate gotin, projeya şaristaniya demokratîk ji aloziyên li cîhanê re çareserî ye.

PYD’ê geşedanên siyasî ji gel re şîrove kirin
PYD’ê geşedanên siyasî ji gel re şîrove kirin
PYD’ê geşedanên siyasî ji gel re şîrove kirin
PYD’ê geşedanên siyasî ji gel re şîrove kirin
PYD’ê geşedanên siyasî ji gel re şîrove kirin
PYD’ê geşedanên siyasî ji gel re şîrove kirin
12 îlon, 2024   15:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa PYD’ê ya bajarê Çilaxa ya kantona Cizîrê bi armanca şîrovekirina geşedanên siyasî ji gel re, civînek li hola Navenda Çand û Hunerê ya Çilaxa li dar xist. Di civînê de endamên saziyên sivîl, meclis, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan û şêniyên bajar û gundewarên Çilaxayê amade bûn.

Hevseroka rêxistina PYD’ê ya kantona Cizîrê Ayhan Murad ku rewşa siyasî nirxand, bal kişand ser durûtiya pîvanên navneteweyî û siyaseta qirkirin û îşkenceyê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan.

Ayhan Murad îşaret pê kir ku şer û aloziyên li cîhanê encamên modernîteya kapîtalîst û hegemonyaya netewedewletê ye ku hêza gelan dikin armanc û got: "Hêzên hegemonîk bi hemû enerjiya xwe dixebitin da ku berjewendiyên xwe li Rojhilata Navîn û Kurdistanê mîsoger bikin. Li ser vî bingehî divê hişyarî û baldarî hebe. Ji bo bidawîkirina kaosên ku modernîteya kapîtalîst çêdikin, divê hevgirtin were pêşxistin û rêgezên pergala şaristaniya demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye werin sepandin."

Hevseroka Rêxistina PYD’ê ya Kantona Cizîrê Ayhan Murad anî ziman ku armanca ji siyasetên qirkirin û îşekceyê ku di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de tê meşandin şikandina îradeya gelan û têkbirina projeya neteweya demokratîk e.

Ayhan Murad ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk banga mezinkirina têkoşînê û parastina destkeftiyên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Li bajarê Til Hemîsê yê kantona Cizîrê jî bi heman armancê civîneke girseyî ji aliyê meclisa PYD’ê ya bajar ve hat lidarxistin

Civîn li Navenda Çand û Hunerê ya Til Hemîsê bi amadebûna nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û rûspiyên eşîran pêk hat.

Hevserokê rêxistina PYD’ê ya Kantona Cizîrê Mihemed Ebdurehîm axivî. Ebdurehîm anî ziman ku şerê Rûsya-Ukrayna, şerê Îsraîl û Hemas-Îran û Hizbullah bandoreke neyinî li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û welatên derdorê dikin.

Ebdurehîm diyar kir ku hêzên navneteweyî ji bo armancên aborî an siyasî li ser hesabê xwîna gelan li hev dikin. Her wiha bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî û got, dewleta Tirk bi êrişan dixwaze projeya demokratîk a li herêmê ji holê rake û li ber belavbûna ramanên Rêber Abdullah Ocalan li tevahiya cîhanê bigire.

 Mihemed Ebdurehîm ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah û çareserkirina pirsgirêkên heyî banga mezinkirina têkoşînê li gel kir.

(bb)

ANHA

çil axa

til hemis