Nerazîbûna li hember qetîlkirina Narîn Guran didome

Xwendekarên kantona Efrîn û Şehbayê û Nivîsgeha Parastina Zarokan bi çalakiyên cuda, hedefgirtina zarokan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê şermezar kir.

12 îlon, 2024   16:28
ŞEHBA

Nerazîbûnên li hember qetilkirina zaroka bi navê Narîn Guran li Bakurê Kurdistanê berdewam in. Yekitiya Xwendekaran a kantona Efrîn û Şehbayê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di vê çarçoveyê de meşek li dar xist. Bi sedan xwendekar tev li meşê bûn û banga hesabpirsînê ji kujerên zarokan re kirin.

Şehba

Meş ji pêşiya navenda Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya bajarokê El Ehdas dest pê kir û li xeta tirênê ya bajarê Ehdas rawestiya û veguherî mitingê.

Li wir endama yekitiyê Evîn Denklî daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hedefgirtina zarokan û veşartina sûcan ji aliyê desthilata Tirk ve hate şermezarkirin.

Her wiha bang li rêxistinên mirovî yên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê yên têkildarî zarokatiyê hate kirin ku li hember mîna van sûcên li dijî mirovahiyê tedbîrên cidî bigirin, ji bo hesab ji sûcdaran were pirsîn, hewl bidin û zarokan ji siyasetên desthilata Tirk a ku alîkariya sûcdaran dike ji bo ku sûcên dîtir bikin, biparêzin.

TEBQA

Berpirsa Nivîsgeha Parastina Zarokan Seyran Mihemed li parka Navenda Çand û Hunerê ya bajêr, daxuyaniya nivîsgehê xwend.

Di daxuyaniyê de hovîtiya dewleta Tirk a li dijî jinên azad û zarokan hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de bang li rêxistin û aliyên navneteweyî yên ku banga mafên zarokan dikin ku li gorî madeya 19`an a lihevkirina mafên zarokan, zarokatiyê ji diyardeyên tundiyê, xirabiyê biparêzin.

(şx)

ANHA