PYD li Çilaxayê bi rûspî û şêxên eşîran re civiya

Di civîna li gel serokeşîr û şêxên êlên Ereb û Kurd a li Çilaxayê de, PYD’ê diyar kir ku projeya neteweya demokratîk tevna civakî diparêze. Her wiha hate gotin "Yekitî û hevgirtin rêya avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî ne.”

PYD li Çilaxayê bi rûspî û şêxên eşîran re civiya
14 gulan, 2025   15:24
QAMIŞLO

Civîn li Navenda Çandê ya Çilaxayê bi deqîqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê Nivîsgeha Rêxistinî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mihemed Ebdilrehîm geşedanên li herêmê û cîhanê nirxandin. Ebdilrehîm her wiha behsa rêyên bihêzkirina yekrêziya civakê li hember kêşeyên heyî kir û bal kişand ser geşedanên li Sûriyeyê.

Ebdilrehîm her wiha got: "Rêvebiriya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi yekrêziya pêkhateyên xwe hebûna xwe parastiye û hemû pîlanên dijminane têk birin û nîşanda da ku projeya wê dikare pêkhateya civakî ya herêmê biparêz. "

Mihemed Ebdilrehîm got: "Armanca Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ew bû ku nêrîna siyasî ya Kurdan bike yek ji bo mafên xwe destûrî bixwaze, ne hewleke parçebûnê bû wekî hin alî dixwazin nîşan bidin."

Her wiha bal kişand ser rola sereke ya banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan û da zanîn ku ew banga çareserî û aramiya herêmê ye.

Di dawiya civînê de beşdaran tekez kir ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destkeftiyên girîng bi dest xistine û di qonaxa niha de pêwîstî bi têkoşîneke mezintir heye da ku ev proje bibe modeleke serkeftîtir ku li tevahiya herêmê bibe mînak.

(k)