Pûtîn: Ger Ewropa hewla şer dike Rûsya amade ye

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn diyar kir ku ger Ewropa hewla şer dike ew ji bo wê yekê amade ne. Pûtîn dewletên rojava bi hewla texrîbkirina peymana agirbesta li Ukraynayê tohmetbar kir.

Pûtîn: Ger Ewropa hewla şer dike Rûsya amade ye
2 kanûn, 2025   22:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ragihand ku ger Ewropa şer dixwaze Rûsya "amade ye" û Ewropa bi texrîbkirina peymana agirbesta Ukraynayê tawanbar kir.

Berî hevdîtinên ku tê payîn bi nûnerê Amerîkî Steve Wittkopf û zavayê Donald Trump, Jared Kushner re pêk bîne, Pûtîn da zanîn ku: "Planên me yên ketina nava şerekî bi Ewropayê re nîn e, lê ger Ewropa bixwaze û dest pê kir, em niha amade ne."

Li aliyekî din, Pûtîn anî ziman ku welatê wî dê li dijî keştiyên welatên ku alîkariya Ukraynayê dikin tedbîran bigire, êrişên dawî yên li ser tankerên li nêzî Tirkiyeyê wekî korsaniyê bi nav kir. Pûtîn destnîşan kir ku dê Rûsya derbeyên xwe li dijî kargeh û keştiyên Ukraynayê diyar bike.

(ac/fr)

ANHA