Hiqûqnasek ji Cinêvê banga bidawîkirina dagirkeriyê kir

Hiqûqnas, parêzer Hisên Naso ku beşdarî Foruma Navneteweyî ya Têkildarî Karûbarên Kêmneteweyan bûbû diyar kir ku îsal bi awayekî berbiçav û balkêş nûnerên Kurdên li Sûriyeyê tev li forumê bûn. Hiqûqnas bang li Rêveberiya Xweser kir ku di proseya têkiliyên bi hikumeta veguhêz re diruşma "Beriya vegera koçberan tu dan û standinê pêk nayên" de, bi kar bîne.

Hiqûqnasek ji Cinêvê banga bidawîkirina dagirkeriyê kir
2 kanûn, 2025   21:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Hiqûqnas û nûnerên kêmneteweyan ji seranserî cîhanê di Foruma Periyodîk a Navneteweyî ya Karûbarên Kêmneteweyan a li paytexta Swîsrayê Cinêvê de beşdar bûbûn. Forum di dawiya Mijdarê de bi amadebûna 190 nûnerên ji dewletên endam û zêdetirî 500 nûnerên ji pêkhate û saziyên civaka sivîl, ji wan jî 20 nûnerên ji Kurdên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hatibû organîzekirin.

Yek ji beşdaran parêzer, hiqûqnasê Kurd ê ji bajarê Efrîna dagirkirî Hisên Naso bû. Naso ji ajansa me re diyar kir ku wî di tevlêbûna xwe ya îsal de bal kişand ser rewşa gelê Sûriyeyê ya piştî hilweşîna rejîma berê , hatina Heyet Tehrîr El Şam a ser desthilatê û guhertina rastiya rewşa Sûriyeyê li pêş civata navneteweyî.

ˋBINPÊKIRINÊN LI DEVERÊN DAGIRKIRÎ Û ZEHMETIYÊN KOÇBERANˊ

Naso di peyama xwe de girîngî da rewşa deverên dagirkirî wekî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û da zanîn ku ji 2018'an ve Kurd di binpêkirinên mezin re derbas dibin. Naso şahidî bi raporên Komîteya Navneteweyî ya Lêpirsînan ji bo Sûriyeyê û Rêxistina Efûyê ya Navnetewetî yên ku binpêkirinên li deverên dagirkirî wekî sûcên şer û sûcên dermirovî bi nav kirine, kir.

Naso bang kir ku pêwîstî bi dawîkirina dagirkeriyê, peydakirina vegera ewle ya koçberên Kurd ên ku hîna di konan de dijîn heye.

ˋDANEZANA DESTÛRÊ REXNE KIR Û BANGA AVAKIRINA SÛRIYEYA DEMOKRATÎK KIRˊ

Naso di berdewama axaftina xwe de danezana destûrî ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi "nijadperest û înkarker" wesif kir û diyar kir ku ev danezan desthilata yekalî û yekrengî xurt dike, pêkhateyên ji bilî ereban paşguh dike û mafên ji bilî yên mislimanan bi rêya şert û mercên ola dewletê û serokê wê paşguh dike.

Naso bang li civata navneteweyî kir ku piştgiriyê bide avakirina Sûriyeya nû ya demokratîk û nenavendî, ku wekheviyê misoger dike û nahêle tu pêkhate nasnameya ya dîtir bin pê bike.

ˋPÊŞWAZÎKIRINA JI ALIYÊ NÛNERÊN KÊMNETEWEYAN VE Û REXNEKIRINA ROLA ŞANDEYA HIKUMETÊˊ

Nûnerên kêmneteweyan ên beşdarî forumê bûne axaftinên Naso bi coş pêşwazî kirin, li beramberî wê rola şandeya hikumeta veguhêz di rûniştinê de bi pêkanînêna "rola îstîxbaratî" û hewla girtina wêneyên beşdaran, hat tawanbarkirin.

Naso bi dubare banga xwe ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re kir ku rê nede nûnerên hikumetan ku mafê îtîrazê (Veto) di vê forumê de bi kar bînin da ku dengê wan neyê tunekirin.

ENCAM DIGIHÎJIN MECLISA MAFÊN MIROVAN Û KONSEYA EWLEHIYÊ

Naso got encamnameya forumêji bo Meclisa Mafên Mirovan û Konseya Ewlehiyê tên rakirin û ev jî pêşketineke girîng e.

Naso der barê beşdariya nûnerên Kurdan de diyar kir ku zêdetirî 20 nûnerên Kurdan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn, li kêlek wê jî di peyama xwe de girîngî da mijara koçberan û vegera wan a ewle, her wiha wan pirsgirêka neîtîrafkirina bawernameyên xwendinê yên li deverên Rêveberiya Xweser tên dayînî nîqaş kir.

ˋPARASTINA KÊMNETEWEYAN Û DARIZANDINA DEWLETÊN BINPÊKERˊ

Naso da zanîn ku beşdaran banga parastina kêmneteweyan, rêzgirtina ji mafê diyarkirina çarenûsê re û cezakirina dewletên binpêker, kir.

Naso pêşwazîkirina NYˊyê ji kesayetên ku destê wan di binpêkirinan de heye rexne kir, bi wê yekê îşaret bi pêşwazîkirina hikumeta veguhêz a sûriyeyê kir û da zanîn ku "ev şaştiyeke siyasî û exlaqî ye".

ˋBANGA JI BO RÊVEBERIYA XWESER: BERÎ VEGERA KOÇBERAN DANÛSTANDINÊ NEKEˊ

Naso di dawiya axaftina xwe de bang li Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) kir ku vegera ewle ya koçberan wekî şertekî ji bo destpêkirina danûstandinan bi hikumeta veguhêz re, bibînin.

(mh/fr)

ANHA