Putin balyozê nû yê Sûriyeyê tayîn kir

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin balyozê nû yê Rûsyayê yê li Sûriyeyê tayîn kir.

Putin balyozê nû yê Sûriyeyê tayîn kir
3 tebax, 2026   21:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin îro dîplomat Dmitry Dogadkin wek balyozê Rûsyayê yê Sûriyeyê li şûna Alexander Yefimov tayîn kir.

 Ajansa Nûçeyan a Rûsyayê (TASS) ragihand ku "Putin bi biryarekê Dogadkin wek balyozê nû li Sûriyeyê tayîn kiriye û Yefimov ji erkên nûnerê taybet ê serokê Rûsyayê ji bo pêşxistina têkiliyên bi Sûriyeyê re dûr xistiye. "

Dogadkin ku ji zêdetirî 30 salan ve dîplomasiyê dike, di sala 1990‘î de tev li xebata diplomatîk a Rûsyayê bû û di Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê û nûneriyên wê yên li derve de gelek mîsyon wergirt.

Dogadkin di navbera salên 2009 û 2013‘an de di balyozxaneya Rûsya ya li Sûriyeyê de xebitî. Di navbera 2013 û 2017‘an de wekî serokê Beşa Rêvebirina Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê di Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê xebat da meşandin. Ji sala 2017‘an heya 2021‘ê ve balyozê Rûsyê yê Umanê bû û ji 2021‘ê heya 2026‘an balyozê Rûsya yê li Qeterê bû.

(bb)