Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed sibe diçin Şamê

Fermandarê Giştî yê QSD‘ê Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed wê sibe biçin Şamê û hevdîtinê bi serokê hikumeta veguhêz Ehmed El Şera re bikin.

Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed sibe diçin Şamê
3 tebax, 2026   21:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên agahdar, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed dê sibe biçin Şamê û hevdîtinê bi serokê hikumeta veguhêz Ehmed El Şera re bikin. Li gorî agahiyan, di hevdîtinê de dê dosyayên siyasî û îdarî werin gotûbêjkirin.

(bb)

ANHA