Pirsgirêka ceyranê çareser bû, stasyona Elokê dîsa ket xizmetê

Piştî ku pirsgirêka ceyranê hat çareserkirin, stasyona avê ya Elokê careke din hat xebitandin.

Pirsgirêka ceyranê çareser bû, stasyona Elokê dîsa ket xizmetê
Pirsgirêka ceyranê çareser bû, stasyona Elokê dîsa ket xizmetê
3 tebax, 2026   21:54
HESEKÊ

Şirketa Giştî ya Ava Vexwarinê ya Parêzgehê Hesekê ragihand ku tîmên teknînkî yê şirketê pirsgirêka ceyranê ya stasyona Dirbêsiyê ya ku avê dide stasyona Elokê çareser kir.

Şirketê diyar kir ku piştî sererastkirina pirsgirêka ceyranê, stasyona Elokê ku bi awayekî demkî ji xizmetê derketibû, dîsa hat xebitandin û li gorî bernameyê careke din av bo bajar û gundewarên Hesekê hat berdan.

(bb)

ANHA