‘Felsefeya Rêber Apo hîmê desthilatdariyê hejand’

Şêniyên Kobanê diyar kir ku felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hîmê desthilatdariyê û kapîtalîzmê hejiyaye û got ew ê jî her li pey felsefeyê wî bin ta ku azadiya  wî ya fîzîkî ya mîsoger bibe.

‘Felsefeya Rêber Apo hîmê desthilatdariyê hejand’
10 adar, 2024   03:06
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

Ev bû 3 sal tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayên wergirtin. Piştî erdheja li Gemlîkê jî gel ji rewşa Rêber Abdullah Ocalan bi guman e. Şêniyên Kobanê girêdayî mijarê ji ajansa me re axivîn.

Şêniya bi navê Emîra Elî bal kişand ser bêdengiya li hemberî pêkanîna li dijî Rêber Abdullah Ocalan û got, kesên qala mirovahiyê dikin li hemberî tecrîda domdar a li ser Rêber Abdullah Ocalan bêdeng in.

Emîra Elî bêdengiya saziyên mafên mirovan şermezar kir û bang li civata navneteweyî kir ku helwesta xwe li hemberî tecrîdê diyar bikin û wiha domand: "Êdî em dixwazin Rêberê me di nava me de be."

Emîra Elî  bal kişand ku dewletên desthilatdar ji fikrên Rêber Abdullah Ocalan ditirsin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hîmê desthiltdariyê û kapîtalîzmê hejiyaye,  ji ber wê ew dîl girtin. Bi dîlgirtina wî re xwestin bibêjin piştî wî dê kes serî hilnede. Lê belê hesabên wan şaş derketin, gel ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li qadan in û heta azad bibe dê li qadan bin."

Cîhan Derwêş jî got: "Bû 3 sal lê belê tu agahî ji Rêber Apo nayên wergirtin, ruxmî ku malbat û parêzerên hewl didin pê re hevdîtinê bikin, lê ji aliyê dewleta Tik a dagirker ve tên astengkirin. CPT jî tu agahiyên rast der barê Rêber Apo de ji raya giştî re nade.”

‘EM Ê TÊ BIKOŞIN HETA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO MISOGER DIBE`

Cîhanê diyar kir ku di dema erdheja li navçeya Gemlîkê ya Bursayê ya Tirkiyeyê ku girava Îmraliyê lê ye, tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan negirtine û wiha pê de çû: "Em dixwazin agahiyekê ji Rêber Abdullah Ocalan bigirin. Dewleta Tirk her dixwaze rewşa Rêber Apo aşkera neke. Tirsa wan ew e ku dawî li desthilatdariya wan bê. Lê em bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi rê ve dibin. Çawa ku Rêber Apo gel azad kir, em ê jî her tim tê bikoşin da ku Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe.”

Bêrîvan Şifqet jî got heta Rêber Abdullah Ocalan azad bibe ew ê her li ser pêyan bin û dewam kir: “Dewleta Tirk nahêle ne malbat ne parêzer derbasî cem Rêber Apo bibin. Dewleta Tirk her dixwaze Rêber Apo, gel û malbatê ji hev qut bike. Lê bila dewleta Tirk baş bizane ku em li ser felsefeya Rêber Apo ne û em ê bi vê felsefeyê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin."

Her wiha Şêniya bi navê Narîn Zede got: "Em bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin dikin û bi pêş dixin. Ew erdheja ku herî dawî pêk hatiye, em dixwazin bizanin rewşa Rêberê me çi ye û êdî Rêberê xwe di nava xwe de bibînin. Em ê her tim têkoşînê mezin bikin da ku Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin."

(sş/şx)

ANHA