Li Gundewarê Rojhilatê Hesekê pirsgirekên av û kehrebeyê  heye

Gundewarên Rojhilatê bajarê Hesekê ku asta germahiyê zêde ye, ji ber bilindbûna bihayê sotemeniyê, qutbûna kehrebeyê zêde bû ye. Ev dihêle ku şênî avê bi bihayeke giran bikirin, hezar lîtreyên avê 150 hezar lîreyên sûrî ye.

Li Gundewarê Rojhilatê Hesekê pirsgirekên av û kehrebeyê  heye
24 hezîran, 2026   11:31
HESEKÊ

Bi rasthatina rewşa hewayê ya germahiya dijwar û bilindbûna bihayê sotemeniyê, rojhilatê bajarê Hesekê pirsgirekê xizmetguzarî zêde dibin. 

Tevî ku herêm bi awayeke sereke ava binerd û sererd bikartîne, nebûna avê ya vê salê li ser şêniyên Bajarê Holê, gundewar û bajarokên girêdayî wê zêdetir bû. kêmbûna asta avê û hişkesaliya ku bi bîrên herêmê ket, nebûna kehrebeyê ku dihêle av bê derxistin hiştiye ku şênî berê xwe bidin bîrên avê yê heyî (ên zûha nebûne).

Şênî neçar dimînin ku bi awayeke giştî ava sehrîcên gerok yên ku avê ji bîrên taybet ji herêmên dûr digerîne. Ava ku şênî dikirin jî zêde biha bûye, bihayê hezar lîtreyên avê 150 hezar lîreyên sûrî ye.

Pirsgirêkên şêniyan ne tenê ji bo avê ye , piştî ku sotemeniya xizmetguzarî li ser jenenratoran hatiye qutkirin, li herêmê piranî kehrebe tune ye.

Şênî dibêjin ku ew ji ber bihayê giran ê pêxistina jenenratoran, hişt ku xwediyê wan jenenratoran rabikin û nema bikarbînin.

Şêniyên herêmê diyar kirin ku bi rasthatina aloziyên avê û kehrebeyê bi bilindbûna asta germahiyê re ew rojane zehmetiyan dikşînin. Daxwaza wan ew e ji bo demildest çareserkirina van aloziyan bi taybet ji bo gundewaran pêwîste sotemenî û xizmetguzariyên sereke bên pêşkêşkirin.

(sb/ha)

ANHA