Projeya Rêveberiya Xweser wek çareseriyeke demokratîk derdikeve pêş

Li Sûriyeyê geşedanên bilez pêk tên û der barê siberoja Sûriyeyê de gelek gotûbêj tên kirin. Di vê navberê de projeya Rêveberiya Xweser wek çareseriyeke demokratîk a berfireh derdikeve pêş.

Projeya Rêveberiya Xweser wek çareseriyeke demokratîk derdikeve pêş
3 tîrmeh, 2025   06:25
REQA
MIZGÎN ELÎ/MIHEMED XELÎL

Aliyên siyasî banga berfirehkirina çarçoveya projeya Rêveberiya Xweser dikin da ku li tevahiya Sûriyeyê were pêkanîn ku wek çareseriyeke demokratîk a berfireh mafên hemû pêkhateyên etnîk, olî û civakî mîsoger dike.

Endamê Partiya Muhafezekaran Kamol El Werid bal kişand ser girîngiya demokratîkkirina Sûriyeyê di vê pêvajoyê de, bi taybet ku welat di pêvajoya veguherînên kûr ên siyasî û civakî re derbas dike. El Werid got: "Mijara demokratîkbûnê li Sûriyeyê niha pir girîng e. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gavên mezin ber bi xurtkirina demokrasiyê ve li herêmên ku ew bi rê ve dibe, diavêje. Ew hemû pêkhateyan dike hevparê biryardayînê. Her wiha ew ji bo ku mafên siyasî û sivîl ên hemû pêkhateyan misoger bike, bi hikumeta Şamê re peymanan pêk tîne.”

El Werid da zanîn ku ji bo her projeya demokratîk li Sûriyeyê bi ser bikeve, divê pirrengiya neteweyî û olî were naskirin û got: "Divê mafên civakî yên Kurd, Asûrî, Elewî û Durzî werin naskirin, pergaleke demokratîk li ser bingeha hilbijartinên azad û parlamentoyeke ku nûnertiya gel bike were avakirin, dadgeriyeke serbixwe hebe û garantiyên destûrî yên diyar ji bo parastina mafên mirovan hebin.”

JIN Û BIRYARDAYÎN

Hevseroka Desteya Jinan a Kantona Reqayê Emel El Casim tekez kir ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê niha bi saya projeya neteweya demokratîk û felsefeya wê ku li ser azadiya jinan disekine, mafên xwe yên azadî û demokrasiya rastîn bi dest xistine. Emel wiha pê de çû: "Şoreşa jinan ku bi pêşengiya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) dest pê kir, bi awayekî hişt ku zîhniyeta baviksalar hilweşe.”

Emel El Casim destnîşan kir ku di veguherînê de roleke girîng a ramanên Rêber Abdullah Ocalan e.

Emelê her wiha da zanîn ku Hevpeymana Civakî ya ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatiye pejirandin, bi rêya pergala hevserokatiyê rola jinan di biryardayînê de xurt kir û nûnertiya ji sedî 50 ji bo jinan di hemû saziyan de pêk anî. Emelê wiha berdewam kir: "Em dixwazin vê modelê di siberojê de li parlamentoya Sûriyeyê pêk bînin da ku jin di navendên biryardayînê yên li seranserê welêt de roleke mezintir bi dest bixin.”

PERWERDE Û DIYALOGA NÎŞTIMANÎ

Hevserokê Desteya Perwerdeyê ya Kantona Reqayê Mihemed Elî jî diyar kir ku ji bo demokratîkkirina Sûriyeyê hewcedarî bi diyalogeke navneteweyî ya berfireh heye ku hemû pêkhate bêyî cudahî beşdar bibin û got: "Divê mafên hemû pêkhateyan ên siyasî, çandî û aborî bi tevahî werin naskirin, divê saman bi awayekî dadperwer were belavkirin û divê her kes bi awayekî dadmend û wekhev beşdarî avakirina siberoja Sûriyeyê bibe.”

(k)