‘Divê jinên ji Rojhilat û Îranê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dawî li rejîma serdest bînin’

Rojnamevan Şehla Mohamedî diyar kir ku şerê di navbera Îran û Îsraîlê de qeyrana heyî kûrtir dike û got “Divê jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan Azadî’ kom bibin û dawî li rejîmê bînin."

‘Divê jinên ji Rojhilat û Îranê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dawî li rejîma serdest bînin’
3 tîrmeh, 2025   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN
HÊLÎN EYLÛL

Nûçegihana NÛJINHA’yê Şehla Mohamedî têkildarî şerê di navbera Îran û Îsraîlê de û geşedanên li Rojhilata Navîn, ji ajansa me re axivî. Şehla Mohamedî da zanîn ku bandora şer her du hêzan derbas dike û li tevahiya herêmê belav dibe.

‘ARMANCA SEREKE GUHERTINA REJÎMA ÎRANÊ YE’

Şehla Mohamedî diyar kir ku şerê di navbera Îsraîl û Îranê de berdewama şerê dewletên hegemon e û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Şerê di navbera Îran û Îsraîlê de berdewama êrişên 9’ê Cotmeha 2023’yan ên li ser Xezayê ye. Ji rastiya wan şer û pevçûnan diyar bû ku armanca sereke guhertina rejîma Îranê ye. Destwerdanên rejîma Îranê yên li welatên Rojhilata Navîn bû sedema êrişên li ser wê. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û yên Ewropayê ku li herêmê xwedî bandor in, serweriya Îranê ya li herêmê napejirînin. Ji Efganistanê heta Pakistanê li hemû welatên Rojhilata Navîn gengeşî û aloziyekê mezin heye. Îran ji bona hêza leşkerî û aborî xurt bike, di heman demê de ji bo serweriya xwe ya li welatên cîran ava bike, gelek hewldan kirin."

Rojnamevan Şehla Mohamedî destnîşan kir ku çekên nukleerî yên di destê Îranê de metirsiyeke mezin ava dike û nirxandinên xwe berdewam kir: “Dewletên mîna Îsraîl û DYA’yê, rejîma Îranê metirsiyê li ser xwe dibînin. Îran ji demeke dirêj ve hewl dide plansaziya bi navê Hîlala Şîe anku herêmêkê şîe ava bike. Di heman deme de Tirkiye qala dewletekê Osmanî dike. Ev her du hişmendî û feraset jî ji bona pêkhate û gelên herêmê nayên qebûlkirin."

‘METIRSÎ LI SER GELÊN ÎRANÊ HEYE’

Şehlayê têkildarî agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de hatiye ragihandin jî ev nirxandin kir: “Pirsa herî girîng; gelo şer û êriş çi qasî bandorê li gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bikin? Her çi qas DYA’yê bangewaziya agirbesta dualî kiribe jî, lê her du aliyan ev agirbest binpê kir. Em dikarin bêjin her çi qasî ji bo Xezayê jî gelek caran agirbest hatibe ragihandin lê êriş hîn berdewam in. Ji bo Lubnanê jî bi heman şêwazê agirbest hat ragihandin, lê dîsa şer û pevçûnan li hemberî Hizbullahê berdewam kir. Ev şer û êrişên di navbera wan her du rejîmên desthildar de ziyaneke mezin didin gelên Rojhilatê Kurdistanê. Saziyên xizmetguzariyê yên civakê ji ber êrişan nikarin kar bikin, gelê herêmê nikare debara xwe ya rojane pêk bîne. Înternet û pêwendî hatine qutkirin, ev jî metirsiya li ser gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê zêdetir dike.”

‘ÎRAN BI HIŞMENDIYA OLPEREST Û NETEWEPEREST NIKARE KRÎZA HEYÎ ÇARESER BIKE’

Şehla Mohamedî diyar kir ku ev gengeşe ji bona guhertina hişmendiya olperest a rejîma Îranê û aramiya Rojhilatê Kurdistanê firsendekê mezin e û wiha domand: "Eger hişmendiya tund a desthilatdariya rejîma Îranê li ser gel dewam bike, dê di demên pêş de bi pêşengiya jinên Kurd serhildanekê mezin dest pê bike, bi taybetî jî li Tehranê ya paytext û bajarên mezin ên Îranê yên di bin bombebaraneke mezin a Îsraîlê de ne. Wisa xuya dike ew dê berdewam jî bike. Ji ber wan êrişan gelek kes koçberî welatên derdorê bûne, nakokiyên Îran û Îsraîlê dîrokî ne û berjenwediyên şexsî dihewînin."

Şehla Mohamedî diyar kir ku domandina wan êrişan dê keraseteke mezin li herêmê bide avakirin û wiha got: "Ji xwe berê jî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê qelsiyek mezin heye. Niha ev alozî mezin bû û nexşerêya wê li ber kerastekê mezin ya mirovî re rû bi rû ye, sedema vê yekê jî ew e ku ku gelê herêmê debara xwe ya jiyanî piranî bi bazirganiyê dimeşînin."

Şehlayê bal kişand ser rewşa girtiyên siyasî yên di girtîgehên rejîma Îranê de û bi bîr xist ku "di van girtîgehan de gelek kes tên girtin. Girîgehan ji aliyê îstixbarata Supeya Pasdaran ve tên birêvebirin, lê ji êrişên hewayî ne parastî ne. Di êrişên de leşker, endamên hikumetê û gardiyayên girîgehê hatin hedefkirin."

‘METIRSIYA LI SER JIYANA GIRTIYAN BERDEWAM E’

Şehla Mohamedî têkildarî êrişa li ser Girtîgeha Evîn jî wiha got: “Êrişî Girtîgeha Evînê jî hat kirin. Di encamê de hin kesan jiyana xwe ji dest da, gelek kes jî birîndar bûn û girtiyên din jî ji bo girtîgehên cuda hatin veguhastin. Hîna jî metirsî û xetere li ser jiyana girtiyan heye. Di vê rewşê de xuya dibe ku rejîma Îranê ne tenê girtîgeh, lê di heman demê de nikare xwe jî biparêze. Lewre jî divê demildest girtiyên di girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de bên berdan.”

Şehla Mohamedî di nava axaftina xwe de destnîşan kir ku Îsraîl û Îran bi van êrişan mafên mirovan binpê dikin û ev li gotinên xwe zêde kirin: "Girtiyên siyasî Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî, Şerîfe Mohemedî yên ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn li girtîgeha Evînê hatine ragirtin. Niha derheqê wan de ti agahiyên me nîn in. Piştî êrişan tenê malbata Werîşe Muradî carekê peywendî li gel wê çêkir. Di êrişê de dîwarê beşa jinan a girîtgehê ruxiya. Her çiqasî rejîma Îranê daxuyaniya veguheztina cihê girtiyan dabe jî, lê metirsiya li ser jiyana girtiyan hîn berdewam e."

Rojnamevan Şehla Mohamedî bal kişand ser serhildanên gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê yên li hemberî rejîmên serdest û bi bîr xist ku ji sala 1988’an ve heya îro serhildanên li hemberî desthiladariya Îranê dewam dikin. Şehlayê di dewama axaftina xwe de ev bang li jinan û gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kir: “Di bin dirûşma Jin, Jiyan Azadî de kom bibin û dawiyê li hişmendiya rejîmên desthilatdaran bînin.”

(bb)

ANHA