Polîsên Tirk li Stenbolê 6 kes destgîr kirin

Li Stenbolê serê sibehê polîsên dewleta Tirk bi ser malên endamên DEM Partiyê de girt û herî kêm 6 kes destgîr kirin.

Polîsên Tirk li Stenbolê 6 kes destgîr kirin
16 nîsan, 2024   13:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê bi ser gelek malan de girt.

Endamên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî di nav de, 6 kes hatin destgîrkirin. Hate zanîn ku Mehmet Sidik Mertoglû, Ahmet Korkmaz, Resûl Kaytaz, Besîm Semercî, Mûrat Arslan û Mûstafa Kara hatine destgîrkirin û birine Qereqola Cendermeyan a Maslakê ya Stenbolê.