Endamekî îstixbarata hikumeta Şamê hate kuştin

Çekdarên nenas endamekî îstixbarata leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê li Derayê kuşt.

Endamekî îstixbarata hikumeta Şamê hate kuştin
16 nîsan, 2024   14:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) endamê hatiye kuştin, girêdayî komeke îstixbarata leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê ye.

Li gorî agahiyên ku SOHR`ê parve kirine, çekdarên nenas li taxa Munşiye ya Derayê ew kiriye hedef û kuştiye.

Bi vê daneyê re ji destpêka Çileyê ve li Derayê 97 bûyerên kuştin çêbûne û di encamê de 135 kes hatine kuştin ku piraniya wan ji hêzên hikumeta Şamê û sivîl in.

(şx)