Polîsên Tirk di berxwedana li dijî qeyûman de 92 kes destgîr kirin

Polîsên dewleta Tirk a dagirker êriş birin ser berxwedana li hemberî darbeya qeyûman û herî kêm 92 kes hatin destgîrkirin.

Polîsên Tirk di berxwedana li dijî qeyûman de 92 kes destgîr kirin
5 mijdar, 2024   11:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li hemberî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetiyê ya Rihayê, berxwedan dewam dike. Di êrişên polîsan a li dijî berxwedêran de heta niha herî kêm 92 kes hatine destgîrkirin.

Li Edeneyê Gurcan Turşak a ku bi îşkenceyê hate destgîrkirin, piştî ragirtina li navenda polîsan nîvê şevê hate berdan. Şaxê Edeneyê yê ÎHD'ê ragihand ku wê giliyê polîsên îşkencekar bike.

Li navçeya Xelfetî ya Rihayê ku darbeya qeyûm lê hate kirin, navê kesên hatin destgîrkirin bi vî rengî ne: Adle Fidan, Muhammet Algaç, Elif Yalçın, Berivan Kocaoğlu, Yusuf Yeşiltepe, Gürkan Göktaş, Seve Yalçınkaya û Musa Yalçınkaya.

Li gorî agahiyan operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin û dibe ku hejmara destgîrkiriyan zêde bibe.

Li Mêrdînê di serdegirtina malan de 9 kes hatin destgîrkirin. Kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.