Dosyaya Pexşan Ezîzî şandin Dadgeha Bilind
Dosyaya rojnamevan Pexşan Ezîzî ku 120 roj e nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike, şandin Dadgeha Bilind.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HERANA) dosyaya rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî ku 18 roj e ji bo biryara dawîn a darvekirinê li Girtîgeha Evîn tê ragirtin, ji Dadgeha Bilind re hatiye şandin.
Li gorî heman çavkaniyê, Pexşan Ezîzî 120 roj e nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.
Pexşan Ezîzî ji bajarê Mehabad ê Rojhilatê Kurdistanê ye. Roja 23’yê Tîrmeha 2024’an parêzvana mafê jinan, pispora xizmeta civakê û rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî ku li Îranê tê girtin, ji aliyê şaxa 26’yemîn ya Dadageha Şoreşê ya Tehranê ve ku di bin serokatiya dadger Îman Afsharî de ye, cezayê darvekirinê hate dayîn.