Platforma Jinan a Enqereyê starta 25ˋê Mijdarê da

Platforma Jinan a Enqereyê, starta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan da û banga daketina kolanan li jinan kir.

Platforma Jinan a Enqereyê starta 25ˋê Mijdarê da
5 mijdar, 2024   23:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Platforma Jinan a Enqereyê, starta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan da. Jinan ji kolana Yukselê heta kolana Sakaryayê meşiyan û daxuyanî dan. Jinan di meşê de bê navber dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin.

Piştî meşê daxuyanî hat dayîn. Li ser navê jinan Hatîce Şahîn daxuyanî xwend. Hatîce Şahîn anî ziman ku ew li dijî tundiya dewletê dadikevin kolanan û got: “Jin ji aliyê mêran ve tên qetilkirin û tundî lê tê kirin. Dewlet jî vê tundiyê roj bi roj girantir dike. Bi polîtîka bêcezahiştinê gumanbaran diparêze. Em jin jî li dijî vê têkoşîna xwe bilind dikin. Qanûna 6284 pêk nayê û Peymana Stenbolê jî şevekê de hat feshkirin. Ev jî pêşiya qetilkirina jinan vedike. Di meha Cotmehê de 48 jin hatin qeitlkirin. 23 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Bi tayînkirina qeyiman vîna gel xespkirin. Em rejîma xespkar nas nakin. Em li dijî xespkirina vînê li vir in.”

Hatîce Şahîn diyar kir ku ew ê li dijî qeyiman li ber xwe bidin, serî hildin. Hatîce Şahîn bang li hemû jinan kir ku roja 25’ê Mijdarê dakevin kolanan û li dijî serdestiya mêr têkoşîna xwe mezin bikin.

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.