Li Dêrazorê dizek hat girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kesekî ku karê diziyê li gundewarê kantona Dêrazorê dikir, girt.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di daxuyaniyekê de diyar kir ku Hêzên Dijî Tawanan kesekî ku destê wî di gelek diziyan de heye li gundewarê rojavayê Dêrazorê girt.
Li gorî daxuyaniya navendê, piştî gelek agahiyên ji welatiyan de hatine ku li sûkan motorsiklêt û pere ji erebeyên sekinîne hatine dizîn, hêzan dest bi lêpirsînê û komkirina agahiyan kir, bi wê re Hêzên Dijî Tawanan ew diz girt.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku piştî lêpirsînên destpêkê diz li xurt mikur hat ku wî karê diziyê kiriye.
(fr)