Firoşkara çayê

Koçbera ji Humsê ya bi navê Xeyriye Mehmûd El Ehdeb ji bo debara malbata xwe ya koçber bike, çay, qehwe û vexwarinên germ difroşe.

Firoşkara çayê
9 mijdar, 2023   05:41
QAMIŞLO
SILAVA EBDUREHMAN-XALID ETÊ

Xeyriye Mihemed El Ehdeb a ji parêzgeha Humsê koçber bûye dayika 8 zarokan e. Xeyriye her sibehê saet di 05:00′an de 5 şiyar dibe û pêwîstiyên çêkirina çay û qehweyê amade dike û dixe sindoqekê. Piştre sindoqê li milê xwe dike û berê xwe dide çerxerêya Embare-navneteweyî ku bi çend kîlometreyan ji gundê lê dimîne dûr e.

Xeyriye (50), sala 2016`an ji warê xwe Humsê bû û li gundê Keçek Ereb ê bajarokê Girbawî yê başûrê Qamişloyê bi cih bûye.

Xeyriye basteya xwe li rex rê bi cih kiriye û li benda rêwiyan e ku ji cem wê vexwarinên germ bixwazin û bi erzanî bifroşe wan.

Têkildarî sedema koçberiya ji Humsê Xeriye got: “Li Humsê ewlehî nîn bû, tevlihevî belav bû. Li ser keçên xwe ditirsîm ji ber wê min berê xwe da herêmên Rêveberiya Xweser ku ewlehî û aramî lê heye. Ez û keçên xwe bi rihetî û bê tirs êvaran radizin.”

Xeyriye diyar kir ku hevjînê wê kal e û nexweşiya dil pê re heye û got: ′′Destpêkê min di nav zeviyan de kar dikir. Lê ev kar ji bo min pir zehmet bû. Dema Şaredariya Gel a kantona Qamişlo rêya Embare zift kir, min li rexrê bestaya xwe danî û ji 5 mehan ve vexwarinên germ difroşim.”

Xeyriye qehweyê li ser tûpa gazê ya taybet a rêwiyan çêdike, hêvî dike ku makîneya çêkirina qehweyê (espresso) bikire û karê xwe firehtir bike.

Di dawiyê de Xeyriye behsa zehmetiyên li pêşiya wê derdikevin kir û got: “Pêdivî buha. Pir li ber tavê dimînim. Lê ez bi karê xwe serbilind im û jê hez dikim. Bi xwêdana eniyê xwe ez debara xwe dikim. Ew ji alîkarî xwestinê baştir e.”

(şx)

ANHA