Plana DAIŞ’ê hat têkbirin: Çeteyek hate kuştin

QSD'ê ragihand ku bi saya îxbara gelê xwecihî, plana êrişê ya çeteyên DAIŞ'ê li rojhilatê Dêrazorê hate astengkirin û çeteyek hate kuştin.

Plana DAIŞ’ê hat têkbirin: Çeteyek hate kuştin
25 gulan, 2025   09:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) diyar kir ku şervanan bi desteka şêniyan plana şaneyên çeteyên DAIŞ’ê ya pêkanîna êrişê li dijî nuqteya QSD’ê ya li bajarokê Derenc ê gundewarê rojhilatê Dêrazorê vala derxist.

Li gorî Navenda Ragihandinê ya QSDê, roja Şemiyê li ser îxbara gelê herêmê hêzên ewlekariyê berê xwe da herêma ku liv û tevgereke bi guman lê hebû. Yekîneyan di demeke kurt de xeleka ewlekariyê ava kirin û piştî ku şaneya DAIŞ'ê kete kemînê şer qewimî, di encamê de çeteyek hate kuştin. Çeteyek jî ji cihê bûyerê reviya.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku çeteyan plan dikirin ku mayin û teqemeniyên bi destan hatine çêkirin li qadên bicihbûnê yên hêzên QSD'ê bi cih bikin, bi vî rengî êriş bikin. Hate gotin, piştî şer li herêmê karekî berfireh ê lêgerînê hate destpêkirin.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê diyar kir ku bi saya hestiyarî û hevkariya gelê herêmê bûyer hate astengkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, operasyonên li hemberî şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê wê dewam bikin.