Di 24 saetan de 8 kes hatin kuştin

SOHR’ê diyar kir ku li Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de 8 kes hatine kuştin.

Di 24 saetan de 8 kes hatin kuştin
25 gulan, 2025   10:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku li deverên cuda yên Sûriyeyê di nava 24 saetên dawîn de 8 kes hatine kuştin.

SOHR’ê ku der barê kuştina 8 kesan agahî parve kirin û diyar kir ku li gundewarê Tertûsê di 3 bûyerên cuda de 3 kes ji aliyê komên çekdar ve hatin qetilkirin. Hate diyarkirin ku bûyer li Pira Xerîbat, gundê Mecdelûn û rêya Beyt Elyan rû dan.

Li herêma Dimêr a gundewarê Şamê jî 2 endamên "Firqeya  54’an- Tîma Endazyariyê" ya girêdayî desthilata Şamê dema mayîn bê bandor dikirin jiyana xwe ji dest da û hin din jî birîndar bûn.

Her wiha hate diyarkirin ku li herêma Meza Besatîn a Şamê çekdarên nenas kesek bi tawana ku bi rêjîma berê re didan û distandin, kuşt.

Li gorî SOHR’ê, rojnamevanek ku beriya du hefteyan li Şamê winda bibû, cenazeyê wî li nêzî bajarokê Ceyrûd ê Qelemûnê di nava kavilan de hat dîtin. Li nêzî Nexweşxaneya Almanî ya li herêma Kiswa ya gundewarê Şamê jî  şerekî çekdarî derketibû. Endamekî hêzên ewlekariyê ya desthilata Şamê dema navbeynkariyê bike û dawî li pevçûnê bîne, hat kuştin.

(bb)