PKK’ê şehadeta kadroyên pêşeng Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ragihand
Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê îro encama danezana kongreya xwe ya 12’emîn eşkere kir. PKK’ê di nava encama danezana kongreyê de, şehadeta kadroyên pêşeng Fûat- Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn jî ragihand.

PKK’ê di nava daxuyaniya xwe de ragihand ku Kongreya PKK’ê ya 12’emîn ku bi banga Rêbertî kom bû, şehadeta kadroyên pêşeng ên Partiya me Fûat-ALÎ HAYDAR KAYTAN ku di 3’yê Tîrmeha 2018’an de û RIZA ALTÛN ku di 25’ê Îlona 2019’an de şehîd bûne îlan kir.
Di dewamê de hate gotin; “Li ser vî bingehî yek ji kadroyên pêşeng û damezirînerê PKK’ê rêhevalê Fûat-ALÎ HAYDAR KAYTAN weke sembola ‘Dilsoziya Rêbertî, Heqîqet û Jiyana Pîroz’; yek ji rêhevalên destpêkê yên Rêber APO rêhevalê RIZA ALTÛN jî weke sembola ‘Rêhevaltiya Azadiyê’ qebûl kiriye.
Kongreya Partiyê ya 12’emîn a dîrokî, em diyarî her du şehîdên mezin ku ji destpêka Tevgera me ya Azadiyê de cih girtine û bi têkoşîna xwe ya bênavber ji me re pêşengtî kirine dikin, di şexsê wan de ji hemû şehîdên me yên têkoşînê re em soza xwe ya serketinê dubare dikin, em îdiaya xwe ya pêkanîna xeyalên Şehîdê Aştî û Demokrasiyê Sirri Sureyya Onder destnîşn dikin.”