8 belavkarên madeyên hişbir hatin binçavkirin

Li kantona Dêrazorê 8 kesên ku madeyên hişbirê bi kar tînin û belav dikin, hatin binçavkirin.

8 belavkarên madeyên hişbir hatin binçavkirin
8 belavkarên madeyên hişbir hatin binçavkirin
8 belavkarên madeyên hişbir hatin binçavkirin
8 belavkarên madeyên hişbir hatin binçavkirin
8 belavkarên madeyên hişbir hatin binçavkirin
12 gulan, 2025   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku li kantona Dêrazorê 8 belavkar û bikarhînerên madeyên hişbir hatin girtin.

Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin "Hêzên me yên têkoşîna li dijî hişbir 10’ê Gulanê operasyoneke bi bandor a serkeftinî li kantona Dêrazorê li dar xist. Di encama de 7 kesên madeyên hişbir bi kar dianîn û belav dikirin, hatin binçavkirin. Her wiha miqdarek çek jî hatin desteserkirin ku bi wan re hate dîtin."

Hate diyarkirin ku lêpirsînê bi kesên hatine binçavkirin dewam dike û dê piştre sewqî edaletê bêne kirin.

Di daxuyaniyê de bang li şêniyan hat kirin ku eger li ser tevgereke bi guman a girêdayî hişbirê bibînin, hêzên ewlekariyê agahdar bikin.

(bb)